Dihok: 68 projeyên geştiyarî bi destûriya veberhênanê hatine bicihanîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Sêkterê geştiyariyê li parêzgeha Dihokê qonaxeke zêrîn derbaz dike. Bi sedan proje û cihên geştiyariyê bûne rakêşerekî bihêz bo geştiyaran û delîveyeke baş bo veberhêneran. Di çarçoveya karnameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bo kêmkirina rotînê û pêşkêşkirina hêsankariyan, niha veberhêner bi baweriyeke zêdetir dest bi projeyên stratejîk dikin. Di vî çarçoveyî de jî li parêzgeha Dihokê 68 projeyên geştiyariyê bi destûriya veberhênanê hatine bicihanîn.

Projeyekî geştiyariyê yê mezin bi gujimê 7 milyon dolaran li ser rûberê 10 hezar metran hatiye bicihanîn. Ev proje ji hotel, xwaringeh û melevangehan pêk hatiye. Hêsankariyên hikûmetê û kêmkirina bacan piştevanên mezin bûn ku veberhêner dest bi çêkirina vî projeyî bike.

Xwediyê projeyê geştiyariyê Rabîn Banesorî di vî warî dibêje: "Projeyê min yek ji mezintirîn projeyên parêzgeha Dihokê ye. Ew hêsankariyên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo me dabîn kirine bo me pêngaveke mezin bû. Vê yekê rê xweş kir ku em projeyekî bi vî qebareyî li Dihokê ava bikin û xizmeta geştiyaran bikin."

Di çarçoveya karnameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bo pêşxistina sêkterê geştiyariyê, hêsankariyên mezin û kêmkirina rotînê bo veberhêneran hatine kirin.

Li parêzgeha Dihokê heta niha 68 projeyên geştiyariyê bi destûriya veberhênanê hatine bicihanîn û hejmareke din a projeyan di qonaxa wergirtina rezamendiyan de ye.

Rêveberê Veberhênanê yê parêzgeha Dihokê Heval Sedîq jî di vî warî de got: "Em berdewam kar dikin, bo hindê ku veberhêner bi sanahîtir destûriyan werbigirin. Stratejiya me ew e ku Dihok bibe paytextê geştiyariyê, lewma me gelek hêsankarî kirine û gelek projeyên din ên stratejîk bo bicihanînê li ber dest in."

Hejmara cihên geştiyariyê li parêzgeha Dihokê ji 750 cihan derbaz bûye, 25 projeyên din jî niha di qonaxa wergirtina destûriyê de ne, daku dest bi bicihanîna wan bê kirin.

Her sal bi rêjeya 3% projeyên nû yên geştiyariyê li parêzgeha Dihokê tên bicihanîn û zêde dibin. Ev yek jî bala zêdetir a geştiyaran dikişîne û delîveyên zêdetir ên karî bo karkerên navxweyî zêde dike û aboriya deverê jî bihêz dikeve.