Pêşewa Hewramanî: Em rê nadin ku nirxê benzînê bibe barekî giran li ser milê welatiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ferman daye ku bi zûtirîn dem nirxê benzînê bê kêmkirin. Her wiha hat diyarkirin ku lîjneyeke bilind ji bo çavdêrîkirina bazarê hatiye avakirin û her kesê ku pabendî biryarê nebe, dê rûbirûyê yasayê bibe.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî di daxuyaniyekê de diyar kir, Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 20ê Tîrmehê bi rêya Wezareta Samanên Siruştî çavdêriya nirxê benzînê kiriye û daxwaz kiriye ku "bi zûtirîn dem nirxê benzînê bê daxistin" da ku barê giran ê li ser milê welatiyan sivik bibe.

Li gorî daxuyaniyê, ji bo rûbirûbûna kesên ku vê rewşê ji bo berjewendiyên xwe bikar tînin, lîjneyeke bilind a ji nûnerên Wezareta Samanên Sirûştî, Wezareta Navxwe û parêzgaran pêk tê, hatiye avakirin. Ev lîjne dê bi hûrbînî çavdêriya bazarê bike û her benzînxane yan karsazekî ku yasayan binpê bike, dê bi tundî bê cezakirin.

Di heman çarçoveyê de, Wezîrê Samanên Sirûştî yê Herêma Kurdistanê aşkere kir ku divê nirxê lîtreya benzîna bazirganî ya ji cureyê "Normal" ji 850 dînarî derbas nebe.

Wezareta Samanên Sirûştî di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ev biryar li ser bingeha raspardeya Serokê Encûmena Wezîran hatiye girtin. Armanc ji vê pêngavê, çareserkirina qeyrana sotemeniyê û kêmkirina bargiraniya aborî ya li ser welatiyên Herêma Kurdistanê ye.