Amerîkayê êrîşên nû birin ser pêgehên leşkerî yên Îranê

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, wan li dijî gelek xalên leşkerî yên Îranê operasyoneke asmanî ya berfireh pêk aniye.

CENTCOMê bi daxuyaniyekê ku li ser hesabê xwe yê platforma X’ê parve kir, ragihand ku îro 21ê Tîrmehê, saet 05:00’ê (bi dema Rojhilata Navîn) gereke nû ya êrîşên asmanî birine ser çendîn pêgehên leşkerî yên li nava Îranê.

Li gorî daxuyaniya CENTCOM’ê, di vê operasyonê de ev xalên stratejîk hatine armanckirin: Navendên fermandariya leşkerî, şiyan û bingehên deryayî, cihên avêtina mûşek û dronan û sîstema berevaniya asmanî.

Amerîkayê destnîşan kir, armanca sereke ya van êrîşan "lawazkirina şiyana Îranê" ye ku êrîşî keştiyên bazirganî yên li Tengava Hurmizê dike. Herwiha ev operasyon ji bo misogerkirina azadiya çûnûhatina deryayî ya navdewletî hatiye kirin.

CENTCOM’ê herwiha aşkere kir, tevî rageşiyê jî çûnûhatina keştiyan li Tengava Hurmizê berdewam dike. Li gorî amarên Amerîkayê, ji destpêka meha Gulanê ve hêzên wan alîkariya derbasbûna nêzîkî 900 keştiyên bazirganî û 450 milyon bermîl petrola xam kirine.

Di dawiya daxuyaniya CENTCOM’ê de hat gotin, hêzên Amerîkayê di amadebaşiya tam de ne û ew ê Îranê li hemberî her êrîşeke li dijî deryavanên sivîl berpirsiyar bigirin. Hat ragihandin ku parastina azadiya deryayî li Tengava Hurmizê ji bo wan xeta sor e.