Supaya Pasdaran: Me li Kuweyt û Bahreynê êrîşî xalên Amerîkayê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Supaya Pasdaran a Îranê ragihand, wan li dijî bingehên leşkerî yên Amerîkayê yên li Bahreyn û Kuweytê zincîreyek êrîş pêk anîne. Her wiha li Tengava Hurmizê du keştiyên petrolê jî ji aliyê hêzên Îranê ve hatine girtin.

Supaya Pasdaran îro 21’ê Tîrmeha 2026’an bi daxuyaniyekê, ragihand wan li Bahreynê du sîstemên berevaniya asmanî û stasyoneke çavdêriyê ya Amerîkayê armanc girtine. Her wiha li Kuweytê jî sîstemên berevaniya mûşekî, radar û pergalên peywendiyê hatine rûxandin.

Medyaya fermî ya Îranê aşkere kir, sê bingehên sereke yên Amerîkayê yên li Kuweytê (Arifjan, Adair û Bingehê Asmanî yê Ahmed Al-Jaber) bi dronên xwekuj hatine lêdan. Di êrîşan de avahiyên îdarî, qadên helîkopteran û cihên razanê yên leşkerên Amerîkî bûne armanc.

Supaya Pasdaran piştî van êrîşan hişyariyeke tund da Washingtonê û got: "Piştî rûxandina radaran, divê dijmin li benda pêlên tundtir û yekalîker ên êrîşên dron û mûşekan be."

Li aliyê din, Îranê ragihand ku wan li Tengava Hurmizê du keştiyên petrolê "ji ber binpêkirina rêbazan" desteser kirin. Wan keştiyan xwestine di rêyeke neewle re derbas bibin û piştî ku teqîn û agir bi wan ketiye, ji aliyê hêzên deryayî yên Îranê ve hatine desteserkirin.

Ev operasyona Îranê di demekê de tê, artêşa Amerîkayê 10 roj in li pey hev li nava axa Îranê, navendên fermandariyê û bingehên mûşekan bombebaran dike. Li hemberê jî Îran destnîşan kir ku êrîşên îro yên li ser Kuweyt û Bahreynê, bersiveke rasterast e bo êrîşên Amerîkayê.