K24 wekî Nûnera Kurdistanê tevlî korseke medyayî ya Çînê bûye
Navenda Nûçeyan (K24) –Pekîna paytexta Çînê mêcandariya lorseka pêşkeftî ya medyayî bo rojnamevanên welatên deverê dike. Di vê korsê de, ku tîşk bo ser medyaya elektronî û medyaya civakî tê kişandin, Kurdistan24 wekî yekane nûnera Herêma Kurdistanê û wekî yekane dezgeha kurdî tê de pişkdar e.
Peyamnêra Kurdistan24ê li Çînê Rênas Elî aşkere kir ku ev kors gelek pêşkeftî ye û hejmareke zêde ya medyakarên welatên Behreyn, Îmarat, Kuweyt, Erebistana Siûdî, Qeter, Libnan, Filastîn û Sûriyeyê tê de pişkdar in, ku kesên şareza ne û li ser asta cîhanî kar dikin. Rênas Elî da zanîn jî ku ev car yekê ye alaya Kurdistanê di korseka bi vî rengî de li welatê Çînê tê danîn.
Li gorî zanyarên peyamnêra K24ê, roja yekê ya vê korsê bo nasandina pêşketinên Çînê di warên teknolojî, pîşesazî û çandiniyê de hatibû terxankirin. Herwesa biryar e ku di rojên pêş de serdanên meydanî bo cihanên cuda cuda bên kirin.
Herwesa hat destnîşankirin ku tewerekê sereke yê vê rahênanê li ser medyaya elektronî, vîdyoyên kurt, û awayê serederîkirina platformên mîna TikTokê ligel temaşevanan e. Xaleke din a girîng di vê korsê de şirovekirina awayê peydakirina dahatê bi rêya kanalên televizyonî ye.
Ev kors di çarçoveya bizavên dîplomatîk ên Çînê û projeya "Kember û Rê" de ye. Çîn her sal mêvandariya bi sedan rojnamevan û medyakarên cîhanê, bi taybetî yên Rojhilata Navîn û Afrîkayê, dike. Armanc ji van korsan, ji bilî veguhastina ezmûna teknolojî û medyayî ya Pekînê, nîşandana wêneyekî erênî ye li ser pêşxistina aborî û pîşesaziya wî welatî.