Muna Qehweçî: Gelê Kurdistanê zêdetir hincetan bo çalaknekirina parlamenê qebûl nake
Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgira Serokê Partiya Çaksaziyê ya Tirkmenan ragihand ku çalakkirina Parlamena Kurdistanê û bilezkirina pêvajoya pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê ne tenê daxwazeke siyasî ye, belkî hewcedariyeke niştimanî ye ji bo parastina binecihiya siyasî, pêşxistina aborî û çarekirina arêşeyên welatiyan.
Cîgira Serokê Partiya Çaksaziyê ya Tirkmenan Muna Qehweçî îro (Sêşem, 21ê Tîrmeha 2026ê) di daxuyaniyekê de bal kişand ser rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û aşkere kir ku piştî demeke dirêj ji bendewarî û paşxistina biryarên girîng ên siyasî, gelê Kurdistanê zêdetir tu hincetan ji bo çalaknekirina parlamenê û pêkneanîna kabîneya nû ya hikûmetê qebûl nake.
Muna Qehweçî destnîşan jî kir ku welatî bi mafê xwe yê rewa li benda wê yekê ne ku saziyên destûrî erk û berpirsiyariyên xwe bi cih bînin û bersiva pêdiviyên vê qonaxê bidin.
Wê tekez jî kir: "Çalakkirina parlamenê û lezkirina pêvajoya pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê ne tenê daxwazeke siyasî ye, belkî hewcedariyeke niştimanî ye bo parastina binecihiya siyasî, pêşxistina aborî û çareserkirina arêşeyên welatiyan. Her derengketineke din dê bandoreke neyînî li ser baweriya xelkê bi saziyan û pêvajoya demokratîk bike."
Cîgira Serokê Partiya Çaksaziyê ya Tirkmenan da zanîn jî ku niha dema wê yekê hatiye ku hemî aliyên siyasî di çarçoveya berpirsiyariya niştimanî û berjewendiya giştî ya xelkê Kurdistanê de pêngavên bilez û cidî biavêjin, bo çalakkirina parlamenê û pêkanîna hikûmeteke nû ku bikare bersiva hêvî û daxwazên rewa yên welatiyan bide.
Muna Qehweçî herwesa diyar jî kir ku gelê Kurdistanê, ku di salên borî de xwe li ber qurbanî û zehmetiyên mezin girtiye, hêjayî wê yekê ye ku saziyên destûrî bi lez û berpirsiyarî karên xwe bikin û bala xwe bidin ser çareserkirina arêşe û pêdivîtiyên xelkî.
Cîgira Serokê Partiya Çaksaziyê ya Tirkmenan di dawiya daxuyaniya xwe de jî tekez kir ku berjewendiya giştî dixwaze ku ev qonaxa bendewariyê bi dawî bibe û hemî hêzên siyasî bi berpirsiyarî serederiyê bikin.