Mesrûr Barzanî û Konsulê Giştî yê Çînê rewşa Iraqê û deverê nîqaş kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li bajarê Hewlêrê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Çînê kir, û di hevdîtinê de her du alî li ser hewcedariya pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê û çalakkirina Parlamena Kurdistanê hevnerîn bûn.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî nîvroya îro (Sêşem, 21ê Tîrmeha 2026ê) pêşwaziya Konsulê Giştî yê Komara Gel a Çînê li Herêma Kurdistanê Liu Jun kir.
Li gorî daxuyaniya wê civînê, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa giştî ya Iraqê û şer û aloziyên deverê kirin û tekez li ser girîngiya parastina ewlehî û tenahiya Herêma Kurdistanê û aştî û aramiya Iraq û deverê kir.
Herwesa di wê daxuyaniyê de hatiye diyarkirin: "Her du alî li ser hewcedariya çalakkirina Parlamena Kurdistanê û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevrabûn bûn."
Di dawiya wê hevdîtinê de jî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Konsulê Giştî yê Çînê tekez li ser pêşxistin û berfirehkirina peywendiyên dualî di war û qadên cihêreng de kir.