Bayram Bozyel: Em Kurd tenê bi yekîtiya neteweyî dikarin mafên xwe bidest bixin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel ragihand, ji bo çareserkirina pirsa Kurd li Bakurê Kurdistanê pêwîstî bi eniyeke neteweyî heye û destnîşan kir ku bêyî statu û nasnameyê, pirsa Kurd çareser nabe.
Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel, beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û derbarê geşedanên siyasî yên dawî, hewldanên yekîtiya neteweyî û "pêvajoya nû" ya li Tirkiyeyê nirxandinên girîng kirin.
Bayram Bozyel bal kişand ser hewldanên avakirina yekîtiya neteweyî li Bakurê Kurdistanê û diyar kir, ev daxwaz di dîroka her çar parçeyên Kurdistanê de her dem hebûye. Bozyel got: "Lê belê di 14ê Adarê de bi beşdariya aliyên siyasî, kesayetên serbixwe û saziyên sivîl, ev xebat gihîşt asteke nû. Li wir îradeyeke xurt derket holê ku divê li Bakurê Kurdistanê eniyeke neteweyî ya Kurd bê avakirin."
Bozyel destnîşan kir ku du sedemên sereke hene ku Kurdan neçar dike ber bi yekîtiyê ve gavan biavêjin:
1- Faktora Dîrokî û Siyasî: Ev sed sal in mafê gelê Kurd tê binpêkirin, statuya wan tune ye û ji ziman û nasnameya xwe bêpar in. Rizgariya neteweyî tenê bi tifaqa neteweyî pêkan e.
2- Şert û Mercên Îro: Tirkiye û navçe di pêvajoyeke hestiyar re derbas dibin. Bozyel anî ziman ku desthilat vê pêvajoyê wek “Tirkiyeya bê teror” û DEM Partî jî wek “pêvajoya aştî û demokrasiyê” bi nav dike, lê di rastiyê de tiştekî zelal di destê gel de tune ye.
Serokê PSKê bal kişand ser daxuyaniyên Abdullah Ocalan ên di 27ê Sibata sala borî de û got: "Ocalan tiştên seyr gotin; wî diyar kir ku Kurd statu, federasyon, otonomî û heta mafên çandî jî naxwazin. Ev yek di nava gelê Kurd de bûye sedema nezelalî, bêbawerî û şikestineke mezin."
Bozyel wek bersiv got: "Pêdivî bi zelaliyê heye. Kurd li ser axa xwe dijîn, dixwazin xwe bi xwe îdare bikin, bibin xwedî statu û zimanê xwe bikar bînin. Ev pirseke neteweyî ye."
Bozyel anî ziman ku gelê Kurd li Bakur ji ber bêencambûna siyaseta heyî aciz e: "Gel dibêje me sed sal in bedel dan, şehîd dan, lê ka encam? Milet ji siyaseta her du aliyan (dewlet û PKK) bi guman e. Em dixwazin hêviyên gel geş bikin. Bi gotina desthilatê an jî bi daxuyaniyên Ocalan pirsa Kurd naqede. Bedelên hatine dayîn vala naçin û asta hişmendiya neteweyî li Bakur hîn bilind e."
Di dawiya axaftina xwe de Bayram Bozyel bal kişand ser mijara çekdanîna PKKê û helwesta dewletê: "Em dibînin ku hewl tê dayîn rê ji PKKê re vebe da ku çek deynin û vegerin siyaseta sivîl. Lê guman heye ku dewlet yasayeke wisa derbixe ku bersiva daxwazên bingehîn ên Kurdan nede. Di vê rewşê de, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ti hêviyek tune ye ku bi van gavan çareseriyeke rasteqîn pêk bê."