Balafirxaneya Hewlêrê: Asmanê Hewlêrê ji bo geştan hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ragihand ku piştî rawestandineke demkî bo dema saetekê, asmanê paytextî niha li pêşberî hemî geştên asmanî hatiye vekirin û rewş bi temamî asayî bûye.

Rêveberê Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar îro (Sêşem, 21ê Tîrmeha 2026ê) taybet ji Kurdistan24ê re ragihand: "Asmanê paytextî li pêşberî geştên asmanî hatiye vekirin, ev jî piştî ku bo dema nêzîkî saetekê geşt bi rengekê demkî hatibûn rawestandin."

Ev biryar piştî wê yekê hat ku berî çend saetan, sîstema berevaniya asmanî ya hêzên hevpeymanan li Hewlêrê hat çalakkirin û şeş dron li asmanê deverê pûç kirin û êxistin.

Ev daxuyaniya piştrastker a Rêveberê Balafirxaneya Hewlêrê piştî wê yekê tê ku pûçkirina dronan li asmanê paytextî bûbû sedema çêbûna nîgeraniyê li cem welatî û geştyaran li ser îhtîmala rawestandina demdirêj a livûtevgerên balafirxaneyê.

Ehmed Hoşyar bi rêya Kurdistan24ê peyamek arasteyî geştyar û welatiyan kir û tekez kir ku pêvajoya firîn û dadana balafiran li gorî xişteya wan a diyarkirî birêve diçe û asmanê paytextî parastî û asayî ye.