Herêma Kurdistanê: Encûmena Wezîran çend biryarên giring di berjewendiya welatiyan de pejirandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya û ji bo hêsankariya darayî bo welatiyan, çendîn biryarên giring dan; di nav de dirêjkirina heyama lêborîna 20% ji cezayên hatin û çûnê û kêmkirina heta 50% ji deynên komkirî yên elektrîkê.

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 23ê Tîrmeha 2026ê) bi serokatiya Serokê Encûmena Wezîran Mesrûr Barzanî civiya. Di destpêka civînê de, Encûmena Wezîran bi tundtirîn awa êrîşên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kirin û tekez kir ku ev êrîş ewlehiya Herêma kurdistanê û deverê dikin armanc.

Encûmenê tekez jî kir ku Herêma Kurdistanê tu carî parek ji aloziyên deverê nebûye û aram maye, herwesa daxwaz kir ku ev êrîş demildest bi dawî bibin.

Di para yekê ya karên navxwe de, Encûmena Wezîran pêşniyara Wezareta Navxwe ji bo dirêjkirina heyama lêborîna cezayên hatin û çûnê pejirand. Li gorî wê biryarê, lêborîna bi rêjeya 20% ji cezayên hatin û çûnê di navbera 1ê Tîrmeha 2026ê heta 31ê Berçileya 2026ê (heya dawiya îsal) tê bicihanîn, daku hêsankarî bo welatiyan çê bibe di nehêlana deynên li ser wan de.

Paşê, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî bi wekalet raportek li ser rewşa sotemeniyê û rêkarên kêmkirina bihayê benzînê li bazaran pêşkêş kir. Encûmena Wezîran Wezareta Çavkaniyên Xwezayî raspart ku hemî rêkarên pêdivî li dijî giranbûna bihayê sotemeniyê bi cih bîne û çavdêriyeke hûr li ser bazar û benzînxaneyan bike, bo piştrastkirina kalitî û pabendbûna bi bihayên diyarkirî.

Di derheqa sektora elektrîkê de jî, pêşniyarên Wezareta Elektrîkê bo pêşkêşkirina hêsankariyan bo aboneyên tora niştimanî hatin pejirandin. Li gorî biryarê:

- Kêmkirina 50%: Bo deynên komkirî yên elektrîkê yên aboneyên malan û çandiniyê.
- Kêmkirina 25%: Bo aboneyên pîşesazî, bazarganî û sektora giştî.
Ev Kêmkirin tenê deynên kevn ên berî destpêkirina "Projeya Ronakî"yê vedigire, daku welatî bo nehêlana deynên xwe bên teşwîqkirin û ev dahat bikeve xizmeta dabînkirina elektrîka 24 saetî.

Di para dawiyê ya civînê de û li ser pêşniyara Serokê Dîwana Encûmena Wezîran, raspardeyên girêdayî rêkxistina destûra bêmûçe ya karmendên Herêma Kurdistanê hatin pejirandin, daku ev rêkar ligel qanûna nû ya xanenişîniyê û qanûnên wezîfeya giştî bên guncandin. Ji bo vê yekê jî, Wezareta Darayî û û Aborî û Encûmena Giştî ya Rajeyê hatin raspartin ku rênimayiyên pêdivî di vî warî de derbixin.