Pênc dron li asmanê Hewlêrê hatin êxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Sîstema berevaniya asmanî ya Hêzên Hevpeymanan li Hewlêrê hat çalakkirin û 5 dron, ku ber bi bajêr ve hatibûn arastekirin, li asman hatin êxistin. Ev êrîş di demekê de ye ku di heyama du rojên borî de 11 dron li asmanê Hewlêrê hatine êxistin.

Sîstema berevaniya asmanî ya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî îro (Çarşem, 23ê Tîrmeha 2026ê) li asmanê Hewlêrê hat çalakkirin. Li gorî zanyarên peyamnêrê Kurdistan24ê, sîstema berevaniyê bi rengekê serkeftî 5 dron li asmanê paytextê Herêma Kurdistanê, berî ku bigihîjin armancên xwe, êxistin.

Ev pêşveçûna serbazî piştî wê yekê tê ku Hêzên Hevpeymanan duhî (Sêşem, 21ê Tîrmeha 2026ê) jî 6 dronên din li asmanê Hewlêrê êxistibûn. Bi vî awayî, di heyama tenê 48 saetan de, hejmara dronên hatine êxistin gihîşt 11 dronan.

Zêdebûna van êrîşan di demekê de ye ku piştî destpêkirina gera nû ya şer û alozî û êrîşên rûbirû yên navbera Amerîka û Îranê li dever, zêdetirî 30 dronan ber bi Hewlêrê ve hatine arastekirin. Lê ji ber amadebaşî û sîstema bihêz a berevaniyê ya Hevpeymanan, ew dron hemî li asman hatine teqandin û pûçkirin, bêyî ku ti zirarên canî li pey xwe bihêlin.