Akrê: Şûnwarên dîrokî dibin bingeha geşepêdana geştiyariyê
Akrê (K24) – Bajarê Akrê bi şûnwarên xwe yên dîrokî û dîmenên xwe yên balkêş bala geştiyaran dikşîne. Rêveberiyên herêmî hewl didin bi nûjenkirina cihên dîrokî, geştiyariyê di her çar werzên salê de geş bikin.
Bajarê Akrê yê li parêzgeha Dihokê, bi taybetmendiyên xwe yên dîrokî û sirûştî dibe navendeke giring a geştiyariyê. Rêveberiya Geştûguzarê û Rêveberiya Şûnwarên Akrê bi projeyên hevbeş dixwazin şûnwarên kevin biparêzin û wan ji bo serdana geştiyaran amade bikin.
Rêveberê Geştûguzara Akrê Emîn Selîm diyar kir, ew dixwazin têkiliyeke xurt di navbera şûnwarên dîrokî û sektora geştiyariyê de ava bikin. Selîm got: "Akrê di warê şûnwar û geştiyariyê de bajarekî dewlemend e. Em dixwazin di her çar werzên salê de geştiyar werin vir û van cihên dîrokî bibînin."
Li gorî amarên fermî, li devera Akrê 760 şûnwar û şûnên dîrokî hene. Rêveberê Şûnwarên Akrê Hîwa Şemal destnîşan kir, heta niha 10 ji van cihan bi temamî hatine nûjenkirin. Şemal bal kişand ser girîngiya van cihan û got: "Şûnwarên dîrokî dîmenên pir balkêş pêşkêş dikin. Ev yek dibe sedem ku geştiyar bêhtir berê xwe bidin bajêr. Em wek rêveberî kar dikin ku bêhtir şûnwarên xwe nûjen bikin."
Zêdebûna hejmara geştiyarên ku serdana Akrê dikin, rayedarên bajêr han dide ku plan û bernameyên nû amade bikin. Bi taybetî li taxa kevin a Akrê, parastina avahî û kolanên dîrokî wekî xaleke sereke ya stratejiya geştiyariyê tê dîtin. Armanc ew e ku bi hevahengiya saziyên pêwendîdar, Akrê di asta navdewletî de wekî bajarekî dîrokî û geştiyarî bê naskirin.