Dadgeha Destûrî hesabên darayî yên PWKê pejirandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Qanûna Bingehîn a Tirkiyeyê (AYM), piştî lêkolîna li ser hesabên darayî yên sala 2024an a Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), biryar da ku ti kêmasiyek tune ye û xebatên partiyê yên yasayî berdewam dikin.
Buroya Ragihandinê ya PWKê îro 23ê Tîrmeha 2026an bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, Dadgeha Qanûna Bingehîn a Tirkiyeyê, lêpirsîna pêşîn a hesabên darayî yên partiyê yên sala 2024an bidawî kiriye.
Li gorî daxuyaniyê, Dadgeha Qanûna Bingehîn di encama lêkolîna xwe de ti kêmasî nedîtine. Ji ber vê yekê, Dadgehê biryar daye ku derbasî qonaxa duyem, ango "lêkolîna naveroka kar" bibe.
PWK di daxuyaniya xwe de bal kişand ser giringiya vê biryarê û destnîşan kir, tevî ku li dijî wan dozeke girtinê hatiye vekirin jî, ev biryara Dadgehê nîşan dide ku PWK wekî partiyeke yasayî hebûna xwe diparêze.
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Ev biryara Dadgeha Destûrî nîşaneyeke zelal e ku PWK wekî partiyeke yasayî xebatên xwe didomîne. PWK, partiyeke meşrû, yasayî û ya bêîtiatiya sivîl e."
PWK li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê wekî partiyeke siyasî xebatên xwe yên ji bo mafên gelê Kurd bi rêyên demokratîk û sivîl dimeşîne.