Hinguvê Kurdistanê wekî berhemeke dermanî hat piştrastkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Lêkolîneke zanistî ya nû nîşan dide ku hinguvê Kurdistanê xwedî taybetmendiyên herî bilind ên dermanî ye û dikare di asta navdewletî de ligel navdartirîn cureyên hinguv hevrikiyê bike.
Mamoste û lêkolînera di warê zanist û teknolojiya xurekê de, Bêlan Qadir Osman a ji Koleja Endezyariya Zanistên Çandiniyê ya Zanîngeha Selahedînê, lêkolînek berfireh li ser kalîteya hinguvê Kurdistanê encam da. Ev lêkolîn ku beşek ji teza wê ya doktorayê ye, encamên girîng derbarê giranî û bandora hinguvê herêmî de derxistin holê.
Lêkolîner Bêlan Qadir Osman diyar kir, armanca wan a sereke naskirina kalîteya hinguvê Kurdistanê û berawirdkirina wî ligel pîvanên cîhanî bû. Osman got: "Me nimûneyên hinguvê Kurdistanê ligel hinguvê 'Manuka' yê New Zelandayê berawird kir, ku di asta cîhanî de wekî derman tê naskirin û bikaranîn."
Ji bo ku encamên lêkolînê rast bin, 49 nimûneyên cuda yên hinguv ji her çar parêzgehên Herêma Kurdistanê (Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Helebce) hatin komkirin. Piştî ceribandinên laboratuwarî hat tespîtkirin ku hinguvê Kurdistanê xwedî rêjeyeke pir bilind a taybetmendiya "dij-bakterî" ye.
Lêkolîner destnîşan kir ku ev encam rê li ber wê yekê vedike ku hinguvê Kurdistanê êdî ne tenê wekî xwarin, lê di warê pizîşkî de jî wekî derman were bikaranîn. Ev lêkolîn di kovareke zanistî ya navdewletî de jî hatiye weşandin, ku ev yek rastbûn û girîngiya encamên wê di asta cîhanî de piştrast dike.
Bêlan Qadir Osman di dema lêkolîna xwe de ligel saziyên wekî Wezareta Pîşesazî, Wezareta Tenduristî û kompanyaya dermanan a Awamedicayê hevkarî kiriye. Osman bal kişand ser kêmbûna amûrên laboratuwarî li zanîngehan û got: "Ji ber ku hemû amûrên pêwîst li koleja me tune bûn, me serî li saziyên din da, ji bo em bikaribin van testên giring û hûr encam bidin."