Mamosteyên Kerkûkê daxwaza damezrandinê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmareke mezin a mamosteyên xwebexş û wanebêj li Kerkûkê li ber avahiya parêzgehê kom bûn û daxwaza damezrandin û girêbestên fermî kirin.

Li bajarê Kerkûkê krîza mamosteyên xwebexş careke din derket kolanan. Îro 23ê Tîrmeha 2026an, Bi sedan mamoste li ber avahiya Parêzgeha Kerkûkê kom bûn, rêyên sereke yên bajêr li trafîkê girtin û nerazîbûna xwe li hemberî paşguhkirina daxwazên wan nîşan dan.

Mamosteyên xwepêşander diyar kirin, ew ev çend sal in bêyî mûçe û bi awayekî xwebexş xizmetê dikin, lê hikûmet û îdareya bajêr sozên xwe bi cih nayînin. Mamosteyekî ku 6 sal in xwebexş e, ji Kurdistan24ê re got: "Di vê germa havînê de em li ser kolanan in û kes dengê me nabihîse. Heya kengî dê paşeroja me ne diyar be?"

Mamosteyekî din ê ku 8 sal in xizmetê dike, rexne li sîstema damezrandinê girtin û got: "Parêzgar dibêje me nivîs ji wezaretê re şandine, lê di destê me de ti belgeyeke fermî tune ye. Mixabin, îro damezrandin bi pere û bi 'wasite' heye, lê ji bo kesên hejar û bêkes ti maf tune ne."

Di nav xwepêşanderan de hejmareke mezin a mamosteyên jin jî hebûn. Mamosteyekê ku bi zarokê xwe yê biçûk re beşdarî çalakiyê bûbû, wiha axivî: "Ev 4 sal in ez di nav serm û germê de bi zarokê xwe yê berşîr ve diçim dibistanê, lê heta niha mafê me nehatiye dayîn. Em dixwazin wekî fermanberên bi girêbest werin qebûlkirin."

Xwepêşanderan destnîşan kir ku di dema kampanyayên hilbijartinê de, gelek endamên Encûmena Parêzgehê soza damezrandinê dabûn wan, lê piştî ku kursiyên xwe bidest xistin, sozên xwe ji bîr kirin.

Li gorî zanyariyan, ji sala 2023an ve nêzîkî 7,314 postên wezîfî li Kerkûkê ji ber nakokiyên siyasî nehatine tijekirin. Hejmara mamosteyên xwebexş li bajêr zêdetirî 2 hezar kesî ye û hinek ji wan zêdetirî 8 salan e bê mûçe di nava pêvajoya perwerdeyê de cih digirin. Mamoste dibêjin heta fermaneke fermî ji bo damezrandina wan dernekeve, ew ê çalakiyên xwe berdewam bikin.