Trump: Mercê rêkeftina atomî ya ligel Siûdiyê 'Rêkeftina Îbrahîmî' ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, ew ê rêkeftina atomî ya sivîl a ligel Erebistana Siûdî pesend bikin, lê ji bo vê yekê mercê wan ê sereke tevlîbûna Riyadê ya bo "Rêkeftina Aştiyê ya Îbrahîmî" ye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro 23ê Tîrmeha 2026an di daxuyaniyekê de aşkere kir, Wezareta Enerjiyê ya Amerîkayê û Erebistana Siûdî li ser rêkeftineke atomî ya sivîl li hev kirine. Lê belê Trump destnîşan kir, bicihanîna vê rêkeftinê bi temamî bi helwesta siyasî ya Siûdiyê ve girêdayî ye.
Trump di platforma xwe ya 'Truth Social' de nivîsand: "Ev rêkeftin tenê ji bo armancên sivîl tê bikaranîn û ti pêvajoyên dewlemendkirina madeyên atomî (uranium enrichment) li xwe nagire." Serokê Amerîkayê diyar kir, ev gav dişibihe wan rêkeftinên ku welatên wekî Îmarat û hinek welatên din berê ligel Washingtonê encam dabûn.
Donald Trump destnîşan kir, Amerîka ne li dijî avakirina bingeh û saziyên atomî yên sivîl e – bi mercê ku uranium lê neyê dewlemendkirin. Lê belê, wî tekez kir ku mercê bingehîn ê pesendkirina vê projeya ligel Siûdiyê, "pabendbûna Riyadê ya bi Rêkeftina Aştiyê ya Îbrahîmî" ye.
Trump ev rêkeftina aştiyê wekî peymaneke "serkeftî û xwedî pêgeheke giranbuha" binav kir.