Supaya Pasdaran hişyariyê dide Brîtanyayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Supaya Pasdaran a Îranê hişyariyeke tund da Brîtanyayê û ragihand, eger London rê bide Amerîkayê da ku firokxane û baregehên wan li dijî Îranê bikar bîne, ew ê Brîtanyayê bikin armanc.

Supaya Pasdaran a Îranê îro 23ê Tîrmeha 2026an, di daxuyaniyekê de gefên giran li Brîtanyayê xwarin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, her baregehek ku ji bo êrîşkirina ser xaka Îranê were bikaranîn, dê ji bo hêzên Îranî bibe "armanceke rewa".

Supaya Pasdaran aşkere kir, artêşa Amerîkayê daxwaz ji Londonê kiriye ku firokeyên ji cureyê B-1 li Baregeha Asmanî ya Fairfordê ya li Brîtanyayê bi cih bike. Îranê hişyarî da ku eeger Brîtanya vê daxwazê qebûl bike û firokeyên Amerîkî ji wir êrîşî Îranê bikin, Îran dê rasterast bersivê bide Brîtanyayê.

Supaya Pasdaran tekez kir, ew ê li hemberî her hewildaneke êrîşê ya ku axa welatên din wekî stargeh bikar tîne, bêdeng nemînin û dê bi awayekî leşkerî bersivê bidin wan welatan.