Bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî pileya 729 efserên Asayîşa Navxwe hat bilindkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî biryarnameya fermî ya ji bo bilindkirina pileya 729 efser û karmendên hêzên Asayîşa Navxwe îmze kir.
Serokatiya Dîwana Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi nivîseke fermî (bi jimara 2226) ku îro 23ê Tîrmeha 2026an derçûye, ragihand ku li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, pileya 729 karmendên Asayîşa Navxwe hatine bilindkirin. Ev biryar li ser bingeha biryarnameya herêmî ya bi jimara 165ê ya Serokatiya Herêmê (ya di 22.07.2026an de derçûbû) hatiye girtin.
Lîsteya kesên ku pileya wan hatiye bilindkirin, bi navê Mulazim Tiwana Sebah Mihemed Ezîz dest pê dike û bi navê Emîd Omêd Zirar Fethullah Omer bidawî dibe. Ev efser di birêveberiyên cuda yên ser bi Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê de erkdar in.
Ev pilebilindkirin li gorî madeya 10an a "Yasaya Raje û Xaneşîna Hêzên Asayîşa Navxwe ya Federal" (ya bi jimara 18an a sala 2011an) ku li Herêma Kurdistanê derbasdar e, pêk hatiye.
Herwiha di fermannameyê de hat diyarkirin ku kêşeya "gera xizmetê" ya ji bo kesên ku di rêzên 35, 181 û 649an ên lîsteyê de cih digirin hatiye çareserkirin û cihê wan hatine sabitkirin. Ev biryar ji roja derçûna wê ve dikeve warê cîbicîkirinê.