Çend dron li asmanê Hewlêrê hatin êxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser asta deverê gurrbûna aloziyan berdewam e; serê sibeha îro li asmanê Hewlêrê 6 dronên din ên bombekirî ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ya Hêzên Hevpeymanan ve hatin rûxandin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê îro (Înî, 24ê Tîrmeha 2026ê) got: “Sîstema berevaniya asmanî vê sibehê şeş dronên bombekirî li asmanê Hewlêrê êxistin.”

Ev pêla nû ya êrîşan di demekê de ye ku di heyama çend rojên borî de jî, asmanê Hewlêrê rûbirûyî çend êrîşên bi wî rengî bûbû. Di wan êrîşan de jî, hemî dron ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li asman hatibûn pûçkirin, bêyî ku ti zirarên canî li pey xwe bihêlin.

Zêdebûna van êrîşên li ser Hewlêrê di demekê de ye ku Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê li roja Çarşema borî êrîşên li ser Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kiribûn, û tekez kiribû ku Kurdistan tu carî nebûye parek ji aloziyên deverê, lê ev êrîş bi eşkere ewlehî û aramiya herêmî dikin armanc.