Li Rojhilatê Kurdistanê Mîhrîcana "Reng û Av" ji bo zarokan hat lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi mebesta kêmkirina bandora şer û aloziyên siyasî li ser derûniya zarokan, li bajarê Riwanserê yê parêzgeha Kirmaşanê, mîhrîcana "Reng û Av" hat lidarxistin. Di mîhrîcanê de zarokan bi lîstikên avê û rengan kêliyên şabûnê derbas kirin.

Li bajarê Riwanserê yê Rojhilatê Kurdistanê, bi hevkariya saziyên perwerdehiyê û tîmên hunerî, mîhrîcaneke taybet ji bo zarokan hat amadekirin. Ev çalakî di demekê de tê ku herêm di nav rewşeke aloz a siyasî û bandora şer de derbas dibe; lewma armanca sereke ew bû ku bi riya reng û lîstikan, şahî û aramî vegere ser lêvên zarokan.

Rêveberê Komeleya Çandî û Perwerdehiyê ya Jîwar li Riwanserê, Şayan Mihemedî, derbarê armanca mîhrîcanê de ragihand, wan xwastiye zarokan ji wê atmosfera giran a ku ji ber aloziyan çêbûye, dûr bixin. Mihemedî got: "Me xwast bi vê mîhrîcana reng û avê, hinekî stres û zextên psîkolojîk ên li ser zarokan kêm bikin û derfetekê bidin wan ku bi awayekî azad şa bibin."

Rêveberê Mîhrîcana "Reng û Av" Nasir Ehmedî jî bal kişand ser giringiya vê çalakiyê û diyar kir, mîhrîcan bi hevkariya komên xwebexş û hunerî hatiye organîzekirin, da ku di nav tariya şer û nakokiyan de, rengên jiyanê pêşkêşî nifşê nû bikin.

Mîhrîcan ne tenê ji bo şêniyên RIwanserê, lê ji bo geştyarên ku serdana herêmê dikin jî bû cihê balkêşiyê. Şîlan, geştyareke ku ji bajarê Şîrazê hatiye, kêfxweşiya xwe bi çand û mîrata herêma Hewramanê anî ziman û got: "Ez evîndara Kurdistanê me. Dîtina van zarokan ku di nav mîhrîcaneke wiha rengîn de bi kincên kurdî û govendê şa dibin, moralekî mezin dide mirov."

Herêma Rwanser û Hewramanê bi xwezaya xwe ya bedew û mîrateya xwe ya kevnar tê naskirin. Di çarçoveya mîhrîcanê de, ji bilî lîstikên avê û boyaxkirina bi rengan, tîmên govendê yên bi kincên resen ên kurdî beşdar bûn. Stran û dîlanên kurdî bûn beşek ji nasnameya vê mîhrîcanê ku peyama aştî û berxwedana jiyanê ji cîhanê re dişand.