Dihok: Di 5 salan de 103 şûnwarên dîrokî hatin nûjenkirin

Dihok (K24) – Di çarçoveya hewldanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo parastina mîrateya çandî û geşepêdana kerta geştiyariyê, di pênc salên borî de li parêzgeha Dihokê 103 şûnwarên dîrokî hatine nûjenkirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di salên dawî de giranî daye nûjenkirin û vejandina şûnwarên dîrokî li seranserî herêmê. Ev xebat bi armanca veguherandina van cihan bo navendên geştiyariyê û nîşandana dîrok û şaristaniya kevnar a herêmê têne kirin.

Rêveberê Şûnwar û Kelepûrê Dihokê Dr. Bêkes Birîfkanî derbarê van xebatan de da zanîn ku nêzîkî 31 mîlyon dolar ji bo parastin û nûjenkirina şûnwarên parêzgeha Dihokê hatine xerckirin. Birîfkanî got: "Gelek ji van şûnwarên hatine nûjenkirin, wekî Şikefta Çarestîn, bûne navendên girîng ên geştiyariyê. Tenê di sala borî de 25 hezar geştiyaran serdana Şikefta Çarestîn kirine."

Li parêzgeha Dihokê zêdetirî 2 hezar û 815 cihên şûnwarî hatine tomarkirin. Hikûmet bi hevkariya tîmên navdewletî û bi piştgiriya hikûmeta herêmî, hewl dide van nasnameyên dîrokî biparêze, da ku bibin çavkaniyek ji bo aboriya herêmê.

Nûjenkirina van şûnwarên dîrokî bala geştiyarên ji parêzgehên navîn û başûrê Iraqê jî dikişîne. Riyah Zêdan, geştiyarekî ku ji parêzgeha Babelê hatiye, kêfxweşiya xwe bi dîtina van cihan anî ziman û got: "Dihok bi xwezaya xwe û şûnwarên xwe yên dîrokî ve parêzgeheke pir bedew e. Em hatine da ku vê mîrateya dîrokî ji nêz ve bibînin."

Pisporên şûnwarî û rayedarên herêmê tekez dikin ku nûjenkirina şûnwarên wekî keleh, perestgeh û şikeftan, ne tenê parastina dîrokê ye, lê belê stratejiyek e ji bo geşkirina kerta geştiyariyê û peydakirina derfetên kar bo xelkê herêmê.