Berpirsê nivîsgeha Kurdistan24'ê beşdarî şîva Serokê Amerîkayê ya li Washingtonê bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump, şîva taybet ji bo rojnamevanên Koşka Spî li Washingtonê amade kir. Di nav dehan rojnamevanên navdewletî de, nûnerê Kurdistan24ê jî amade bû.

Berpirsê Nivîsgeha Kurdistan24'ê li Washingtonê Rehim Reşîdî, tevî dehan rojnamevanên din ên Koşka Spî, beşdarî şîva Serokê Amerîkayê Donald Trump bû.

Merasîm li hotêla "Waldorf Astoria" ya li paytext Washingtonê, di bin tedbîrên pir tund ên ewlehiyê de hat lidarxistin. 

Di merasîmê de, Serok Trump gotarek pêşkêşî amadebûyan kir û kêfxweşiya xwe bi lidarxistina vê kombûnê anî ziman.

Lidarxistina vê şîvê girîngiyeke taybet hildigire, ji ber ku beriya sê mehan (di 25'ê Nîsana 2026'an de) di dema şîva salane ya rojnamevanan de hewildaneke terorê pêk hatibû. Li hotêla "Washington Hilton", kesekî bi navê "Cole Thomas Allen" gule reşandibûn û hewl dabû Serok Trump û rayedarên din ên Amerîkî bike hedef.

Wê demê ji ber metirsiya li ser canê amadebûyan, hêzên ewlehiyê Trump bi lez ji cihê bûyerê dûr xistibûn û merasîm hatibû betalkirin. Êrîşkar hatibû girtin û ev şîva ku niha hat lidarxistin, wekî qerebûkirina wê civîna betalkirî tê dîtin.