Nêçîrvan Barzanî sersaxiyê li hikûmet û gelê Sûriyeyê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber rûdana trafîkê ya li Sûriyeyê ku tê de 65 kes bûn qurbanî, peyameke sersaxiyê ji gel û hikûmeta Sûriyeyê re şand.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 25ê Tîrmeha 2026an, li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî (X), peyameke sersaxiyê belav kir û tê de ragihand: "Bi xemgînî û daxeke kûr, me nûçeya rûdana diltezîn a trafîkê li Sûriyeyê bihîst, ku bû sedema canjidestdana hejmarek welatiyan ku piraniya wan karmendên Wezareta Navxwe bûn."
Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya peyama xwe de hevxemiya xwe ji bo malbatên qurbaniyan nîşan da û got: "Em sersaxî û hevxemiya xwe ya kûr pêşkêşî malbat û kesûkarên qurbaniyan û hikûmeta Sûriyeyê dikin."
Di dawiya peyamê de, Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz ji Xwedayê Mezin kir ku "koçkiriyan di dilovaniya xwe de şad bike û cihê wan bike bihuşt, her wiha hêviya başbûna bilez ji bo hemû birîndaran xwast."
Televîzyona fermî ya Sûriyeyê ragihand, di encama lihevketina du otobusan de li ser rêya Şam – Dêrezorê, 35 kesan canê xwe ji dest dane û 30 kes jî birîndar bûne.