Mezlûm Ebdî sersaxî li malbatên qurbaniyên bûyera Dêrezorê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ji ber bûyera trafîkê ya li ser rêya Dêrezorê ku tê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan, sersaxî li gelê Sûriyeyê û malbatên qurbaniyan re kir.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî îro 25ê Tîrmeha 2026an, li ser hesabê xwe yê tora civakî (X) derbarê bûyera trafîkê ya li ser rêya Dêrezor-Şamê peyameke sersaxiyê belav kir.
Ebdî di peyama xwe de diyar kir, ew bi bihîstina nûçeya mirina bi dehan welatiyan pir xemgîn bûne û got: "Em sersaxiya xwe ya herî kûr pêşkêşî malbat û kesûkarên qurbaniyan dikin. Em xwe wekî hevparê xema wan dibînin û daxwaza şîfaya lezgîn ji bo birîndaran dikin."
Li gorî zanyariyan, îro di encama lihevketina du otobusan de (yek a karmendên ewlehiyê û yek a sivîl) li ser rêya Dêrezor-Şamê, 35 kesan jiyana xwe ji dest dan û 30 kesên din jî birîndar bûn.