Heseke: Ji ber krîza aborî tevgera bazarê %60 paşve çûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêniyên parêzgeha Hesekê li Rojavayê Kurdistanê ji ber bilindbûna ji nişkê ve ya bihayê kelûpêlan û daketina hêza xwe ya kirînê dinalin. Ev rewşa giran ligel neseqamgiriya nirxê dolar li beranberî lîreyê Sûriyê hevdem e, ku zirareke mezin gihandiye tevgera bazarê û debara rojane ya welatiyan. 

Welatiyekî ji Hesekê yê bi navê Xizir Ferhan amaje bi hindê kir ku heqdestê rojane yê karkerekî, ku nêzîkî 50 hezar lîreyên Sûriyê ye, bi ti awayî têra kirîna pêdivîtiyên serekî yên mîna nan û şekiran nake.

Li gorî gotina Xizir, daku malbateka çarkesî bikare pêdivîtiyên serekî yên jiyana rojane dabîn bike, pêdivîtî bi dahateka rojane ya navbera 300 heta 500 hezar lîreyî heye; ev yek jî bûye barekî giran li ser milê çînên hejar û navîn. Ji ber giraniyê, goştê sor ji ser sifra malbatan hatiye rakirin û bihayê kîloya mirîşkan jî ji 17 hezar lîreyan bo nêzîkî 30 hezar lîreyan bilind bûye.

Mehmûd Ehmed, ku welatiyekî din ê Hesekê ye, dibêje: "Bihayê materyalên xwarinê yên serekî yên mîna zeyt, birinc, şekir û rûn bi awayekî berçav giran bûye. Bo nimûne, kîloya şekirê gihştiye zêdetir ji 9 hezar lîreyan û lîtreya zeytê jî ji 75 hezar lîreyan bo zêdetir ji 100 hezar lîreyan bilind bûye, ku vê yekê kirîna van pêdivîtiyan bo pareke mezin a welatiyan bizehmet kiriye."

Herwesa Yûsif Elî, ku xwedanê dukaneke firotina kelûpêlên xwarinê ye, ragihand ku tevgera kirîn û firotinê di bazarê de bi rêjeya %60 paşve çûye. Navborî da zanîn jî ku neseqamgiriya bihayê dolar bandoreke nerênî li ser bazarê kiriye, ji ber ku heta di dema daketina bihayê dolar de jî, bihayên kelûpêlan her bilind dimînin û danakevin. Ev guhertina berdewam a bihayan, wesa kiriye ku ne xelkî karîna kirînê ya berê hebe û ne jî xwedan dukan bikaribin bi awayekî cîgir kelûpêlan bikirin û bifroşin.

Ev krîza aborî bûye sedema belavbûna tirs û fikaran di navbera welatiyan de, ji ber ku ti binecihiyek di bihayan de nayê dîtin û dahata rojane ya xelkî jî bi ti awayî ligel xerciya serekî ya jiyanê nagunce.