Kerkûk: Berpirsekî bilind di dema wergirtina bertîlê de hat girtin

Kerkûk
Kerkûk

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi rêya çêkirina sepaneke (aplikasyon) elektronîkî û bicihanîna çend rêkarên nû, bizavên xwe ji bo bidawîanîna arêşeya benzînê zêde kirine. Berdevkê Hikûmetê jî ragihand ku ew arêşe dê di çend rojên bê de bi temamî bê çareserkirin.

îro (Yekşem, 26ê Tîrmeha 2026ê), civîneke berfireh bi tevlîbûna şandeka Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî bi wekalet Kemal Mihemed, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî, serperiştên îdareyên serbixwe û berpirsê Encûmena Benzînxaneyan ji bo nîqaşkirina arêşeya benzînê bi rê ve çû.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî piştî wê civînê tevlî geşta nûçeyên saet 12:00 ên Kurdistan24ê bû û ragihand: “Ji bilî ku hikûmetê bi xwe planek bo çareserkirina kêşeya benzînê heye; lê wê xwest di wê civînê de ji nêzîk ve û rasterast guh bidin pêşniyar û arêşeyên xwedanên benzînxaneyan, daku bi hevparî çareseriyeke bingehîn ji bo vê pirsgirêkê bibînin.”

Berdevkê Hikûmetê amaje bi wê yekê jî kir ku di civînê de, xwedanên benzînxaneyan çend sedem diyar kirine, ku ya herî berçav bilindbûna xerciya materyalên çêkirina benzîna Muhesen û Super bûye (mîna madeyên MTBE û ETBE). Ji ber wan aloziyên ku li deverê hene, ev made di bazaran de gelek giran bûne û anîna wan bo nav Herêma Kurdistanê bizehmet ketiye, ku ev yek jî bûye sedema kêmbûna berhemhatina wan cûnên benzînê.

Wekî ku Hewramanî behs kir, aliyên ku tevlî wê civînê bûn gilî û gazin ji hin dezgehên ragihandinê (medyayê) kirine ku tenê ji bo peydakirina bîneran arêşe ji qebareya wê mezintir nîşan daye. Bo nimûne diyar kir ku di rewşa asayî de rojane 20 tankerên benzînê dihatin Hewlêrê û ti pirsgirêk tune bûn, lê niha zêdetir ji 30 tankeran tên; tevî vê yekê jî wisa didin xuyakirin ku pirsgirêkeke mezin heye û ev yek bûye sedema tirsê di nav welatiyan de.

Di pareka din a axaftina xwe de, Berdevkê Hikûmetê bal kişand ser bizavên hikûmetê yên ligel Bexdayê ji bo berdewambûna şandina para benzîna diyarkirî bo Herêma Kurdistanê. Zelal jî kir ku beriya ku hizir di guhertina nirxê benzîna Muhesen û Super de bê kirin, armanca yekê ya hikûmetê asayîkirina rewşa benzîna Normal e, ji ber ku nêzîkî %60 heta %70 ya welatiyan wê benzînê bi kar tînin.

Hewramanî eşkere jî kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê mijûlî çêkirina sepaneke (aplikasyon) elektronîkî ya taybet e ji bo belavkirina benzînê, ku piştre gaza malan jî dê bixin ser eynî sepanê.

Navborî zelal jî kir ku sedema vê pêngavê ji bo wê yekê vedigere ku hikûmet piştgiriya darayî ya wê sotemeniyê dike, lewma bi rêya vê sepanê para diyarkirî ya her welatiyekî dê bigihe destê wî. Ev yek jî rê li ber hindê digire ku kesek rojane şeş heta heft caran 20 lîtreyên benzînê werbigire û piştre di bazara reş de bifroşe an jî qurxkariyê bike.

Di derheqa helwesta Serokwezîr de, Hewramanî welatî piştrast kir ku Mesrûr Barzanî bi hûrgilî çavdêriya vê mijarê dike û li ser wê yekê rijd e ku di zûtirîn dem de bê çareserkirin, daku barê giran ji ser milê xelkê rabe. Herwiha pêşbînî jî kir ku di çend rojên bê de ev arêşe bi temamî bi dawî bibe.

Li dawiyê jî, Berdevkê Hikûmetê daxwaza pabendbûneke exlaqî ji çar aliyan kir; li pêşiyê daxwaz ji medyayê kir ku rewşê neşêwînin, ji welatiyan jî daxwaz kir ku bêyî pêdivî berê nedin benzînxaneyan, herwesa hişyarî da benzînfroşan ku qurxkariyê nekin. Peyameke tund jî arasteyî wan bazirganên mezin kir ên ku madeyên xirab tevlî benzînê dikin, û ragihand ku ew dê rûbirûyî cezayên tund ên qanûnî û darayî bibin.