Mesrûr Barzanî ligel Serokê Desteya Destpakiyê civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgiriya hikûmetê bo rûbirûbûna hemî rengên gendeliyê diyar kir û tekez li ser giringiya parastina samanê giştî kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 26ê Tîrmeha 2026ê) pêşwaziya Serokê Desteya Destpakiyê ya Herêma Kurdistanê Ehmed Enwer kir.

Li gorî daxuyaniya wê civînê, di wê hevdîtinê de Serokê Desteya Destpakiyê kurtiyek li ser kar û çalakiyên desteya wan ên di dema borî de pêşkêş kir.

Di vê çarçoveyê de, Serokê Desteya Destpakiyê tekez li ser giringiya bihêzkirina hevahengî û hevkariya navbera dezgehên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê bo rûbirûbûna gendeliyê û nehêştina pûçkirina samanê giştî hat kirin.

Wekî ku di wê daxuyaniyê de hatiye: "Serokê Hikûmetê tevî tekezkirina pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo rûbirûbûna gendeliyê bi hemî rengên wê ve, amadebûna hikûmetê jî ji bo pêşkêşkirina her hêsankarî û hevahengiyekê ligel Desteya Destpakiyê nîşan da, daku berdewamiyê bidin rûbirûbûna gendeliyê."