Ehmed Şera: Peywendiyên Şam û Bexdayê her diçe baştir dibin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera ragihand, pêwendiyên di navbera Şam û Bexdayê de di qonaxeke geşepêdanê de ne û her diçe ber bi asteke baştir ve diçin. Şera her wiha eşkere kir ku ew bi beşdariya çend dewletan, kar ji bo peymaneke ewlehiyê ya ligel Îsraîlê dikin.
Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera îro 26’ê Tîrmeha 2026’an, di hevpeyvînekê ligel kanala “Al Jazeera” de, bal kişand ser têkiliyên herêmî û diyar kir ku têkiliyên dualî yên bi Iraqê re ji bo Şamê giringiyeke taybet hildigirin û ev pêwendî her diçe kûrtir dibin.
Ehmed Şera destnîşan kir, Sûriye naxwaze bi Îsraîlê re bikeve nav şerekî leşkerî û daxwaza wan a pevçûnan nîne. Şera got: “Em niha bi beşdariya çend welatan, ji bo gihîştina peymaneke ewlehiyê ya ligel Îsraîlê di nav hewildanan de ne. Ev peyman dikare rê li ber aştiyeke giştî veke, lê bi şertê ku em dest ji mafên xwe yên li ser bilindahiyên Golanê yên dagirkirî bernadin.”
Derbarê diyalog û peymana navbera hikûmeta Sûriyeyê û aliyê Kurdî de, Serokê Sûriyeyê aşkere kir, di cîbicîkirina xalên peymanê de "sistî û giranî" derketiye. Şera tekez kir ku tevî vê sistiyê jî, hikûmeta wî hîna bi hêvî ye ku ev peyman bigihîje encameke serkeftî.
Şera derbarê rewşa Libnanê de jî ragihand, ti planên wan ên ji bo destwerdana leşkerî li Libnanê nînin û divê biryara şer û aştiyê tenê di destê dewleta Libnanê de be.
Di beşeke din a gotûbêjê de, Şera da zanîn ku gotûbêjên wan ên bi Rûsyayê re yên derbarê çarenivîsa binkeyên leşkerî yên wî welatî li Sûriyeyê de, hîna nehatine yeklakirin.
Serokê Sûriyeyê got ku heta navê Sûriyeyê ji lîsteya "welatên piştgiriya terorê dikin" neyê derxistin, rakirina sizayan bi tenê pirsgirêka aboriyê çareser nake.
Di dawiyê de, Ehmed Şera da zanîn, lîjneya lêkolînê ya derbarê qezaya giran a otobusê ya li ser rêya Şam-Dêrezorê de lêkolînên xwe didomîne û her du egerên "asayîbûn" an jî "plankirîbûnê" tên nirxandin.