Ji ber lehiyê li Enqereyê gelek mal û cihên giştî di bin avê man

Enqere (K24) – Li Enqereyê bi serê sibehê re barana xurt bû sedema lehiyê û gelek cih û mal di bin avê de man. Li taxeke navçeya Çankayaya Enqerê jî mala malbateke Kurd di bin avê de ku di dema lehiyê dayik û du zarokên xwe di hundir de asê mabûn. Niha jî malbat daxwaza alîkariyê dike ku dibêjin du hundirê sê salan de cara duyem e ku bi vê karesatê re rûbirû dimînin.

Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê bi daketina pileyên germahiyê re barana xurt bû sedama lehiyan. Gelek rê, cihên kar, mal û park bi temamî di bin avê de man, dîwarên hin dibistanan jî hilweşiyan. Ev dîmenên taşteyeke nîvco mayî jî ji hundirê mala malbateke Kurd in ku li Taxa Aşik Paşaya navçeya Çankayaya Enqerê dijîn û di encama barana xurt de mala wan bi temamî di bin avê û di nav heriyê de maye. 

Besîme Doraka ku ji Colêmerga bakûrê Kurdistanê ye ku di dema lehiyê de ligel du zarokên xwe di hundirê malê de asê maye jî behsa wan kêliyên bi tirs dike. Her çiqasî ava hundirê malê hatibe kişandin jî lehiyê karesetek mezin ya mirovî li pey xwe hiştiye.

Sedat Dorakê ku di dema lehiyê de li ser kar e jî dide zanîn ku beriya sê salan carek din jî mala wan di bin avê de maye ku dîsa bi heman karesetê re rûbirû mane û nema dikarin ti kelûpelekê bi kar bînin. 

Her çiqasî ji aliyê endamên şaredarî û tîmên hawarçûyînê ve ji bo alîkariyan derbarê ziran û ziyanan de raport hatibin girtin malbat daxwaz dike ku alîkarî zûtir bigihîjin wan ku li gor hişyariyan dê barîna baranê hêj bidome ku ev yek jî dibe sedema tirsa lehiyeke din.