Tîma Sûriyeyê ya Keçan (U17) bû şampiyona Rojavayê Asyayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma Neteweyî ya Sûriyeyê ya Keçan (U17), piştî serkeftina li hemberî Libnanê, bû şampiyona 6’emîn Kupa Rojavayê Asyayê.

Di fînala şampiyonaya ku duh 26ê Tîrmehê li bajarê Zerqa yê Urdinê, li Stadê "Emîr Mihemed" hat lidarxistin, tîma Sûriyeyê û tîma Libnanê rûbirûyî hev bûn. 

Dema asayî ya lîstikê bi wekheviyê (2-2) bidawî bû. Ji bo diyarkirina şampiyon, her du tîm çûn ser lêdana penaltiyan û di encamê de keçên Sûriyeyê bi (4-3) biser ketin û bûn şampiyonên kupayê.

Piştî lîstikê, xelatên herî baş ên pêşbirkê hatin dabeşkirin: 

- Mîdya Hisên (Sûriye): Xelata "Golparêza Herî Baş" wergirt.

- Masa Mîna (Sûriye): Bi golên xwe bû "Golkera Herî Baş".

- Yara Jaitanî (Libnan): Wekî "Lîstikvana Herî Baş" a pêşbirkê hat hilbijartin.

Tîma Neteweyî ya Sûriyeyê ya Keçan pêştir di sala 2023’an de jî piştî ku li hemberî tîma Urdinê bi (1-0) biser ketibû, kupaya Rojavayê Asyayê biribû.