Siûdiye: Me çend dron şikandin ku ji xaka Iraqê ve hatibûn avêtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Siûdiyê ragihand, sîstema wan a parastina asmanî çend dron şikandin, ku ji xaka Iraqê ve hatibûn avêtin.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Siûdiyê îro 27’ê Tîrmeha 2026’an, daxuyaniyek belav kir û tê de aşkere kir, hêzên wan bi serkeftî rûbirûyî êrîşeke nû ya asmanî bûne. Li gorî daxuyaniyê, sîstema parastinê çend dron berî ku bigihîjin armancên xwe, li asman şikandine.

Wezareta Berevaniyê diyar kir, van dronan navendên petrolê yên stratejîk ên li herêma Rojhilat û paytext Riyadê dikirin armanc, ku mebesta wan têkdana sektora enerjiyê û aramiya welat bû.

Di daxuyaniyên de hate destnîşankirin, ev dron ji nav xaka Iraqê ve ji aliyê "milîsên çekdar ên ser bi Komara Îslamî ya Îranê ve" hatine avêtin. 

Siûdiyê di dawiya daxuyaniya xwe de tekezî li ser mafê xwe yê asayî û yasayî yê ji bo parastina ax û serweriya xwe kir û ragihand, Siûdiye xwedî maf e ku di "dem û cihê guncayî" de bersiva van êrîşan bide.