Dana Gas asta berhemanîna gazê li kêlgeha Kormorê bilind dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Kompanyaya Dana Gas a Îmaratî ragihand, piştî wergirtina garantiyên ewlehiyê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê, wan biryar daye ku asta berhemanîna gazê li kêlgeha Kormorê bi awayekî gav bi gav bilind bikin.
Rêveberê Kompanyaya Dana Gas li Iraqê Şakir Wacid Şakir îro 27’ê Tîrmeha 2026’an, ji Kurdistan24’ê re ragihand: "Em ê heta sibe berhemanîna gazê bigihînin asta herî bilind." Şakir her wiha aşkere kir ku ew ê gaza xwezayî, gaza şil û cureyên din ên gazê berhem bînin.
Herwiha Kompanyaya Dana Gas di daxuyaniyekê de bal kişand ser rewşa ewlehiyê û got: "Piştî nirxandina nû ya rewşa ewlehiyê û wergirtina garantiyên temam û dilniyaker ji astên herî bilind ên desthilatdarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê, me biryar da ku proseya bilindkirina asta berhemanînê li kêlgeha Kormorê bi baldarî û bi awayekî gav bi gav dest pê bike."
Dana Gas tekez kir, armanca sereke ya vê pêngavê, piştgirîkirin û dabînkirina gaza pêwîst e ji bo westgehên berhemanîna enerjiyê. Bi vî awayî, tê çaverêkirin ku pêdiviya welatiyan a bi elektrîkê li Herêma Kurdistanê û navçeyên din ên Iraqê baştir bibe û kêşeya kêmiya elektrîkiyê hinekî were sivikkirin.
Ev biryara Dana Gas piştî wê yekê tê ku kêlgeha Kormorê di demên borî de çend caran rûbirûyî êrîşên bi firokeyên bêfiroke (drone) û mûşekan bibû, ku bibû sedema rawestandin an jî kêmkirina berhemanîna gazê.