Alîkariya darayî ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo rizgarbûyên Êzidî tê dabeşkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Proseya dabeşkirina alîkariya darayî ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo rizgarbûyên destê rêxistina terorîst a DAIŞê ji bo mehên Gulan û Hezîranê dest pê kir.

Serokê Liqê Şêxan ê Bingehê Laleş Azad Murad ji Kurdistan24ê re ragihand, îro Sêşemê 28ê Tîrmeha 2026an, saet 10:00ê sibehê li qezaya Şêxanê dest bi dabeşkirina alîkariyê hatiye kirin. Murad diyar kir jî, di rojên bê de, ev prose dê navçeyên Şariya, Xankê û kampên penaberan jî bigire nav xwe.

Li gorî zanyariyan, birê alîkariyê ji bo her kesekî 150 hezar dînar e. Ev alîkarî bi awayekî takekesî û bêyî cudahiya temen û zayendê ji bo her rizgarbûyekî tê dayîn. Azad Murad destnîşan kir, heke di malbatekê de çend rizgarbûyî hebin, her yek ji wan dê bi serê xwe 150 hezar dînaran werbigire. Bi giştî zêdetirî 3 hezar û 500 kes ji vê biryarê sûdmend dibin.

Ji bilî alîkariya darayî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgiriya derûnî û perwerdeyê jî pêşkêşî rizgarbûyên Êzidî dike. Li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, hemû lêçûnên xwendinê yên rizgarbûyan heta qonaxa zanîngehê ji aliyê hikûmetê ve têne girtin. Herwiha Wezaretên Perwerde û Xwendina Bilind hemû hêsankariyên wekî efûkirina ji xercên xwendinê û rakirina mercê temen pêk anîne.

Azad Murad aşkere kir, her rizgarbûyekî ku heta niha navê wî nehatiye tomarkirin, dikare bi rêya lînkeke taybet serî lê bide. Ev fersend ji bo kesên li derveyî welat (wekî Amerîka, Kanada, Awistralya û Ewropa) jî heye, da ku ji mafên xwe bêpar nemînin.

Ev projeya ku sala borî bi çavdêriya rasterast a Serokwezîr Mesrûr Barzanî dest pê kiribû, armanc dike ku birînên rizgarbûyên Êzidî derman bike û alîkariya wan bike, da ku jiyaneke nû û bi rûmet ava bikin.