Li mala berpirsekî berê yê Selahadînê 2.5 milyar dînar hatin desteserkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Destpakiyê ya Federal a Iraqê ragihand, di operasyonekê de, wan li mala rêveberê berê yê beşa jimêryariyê ya parêzgeha Selahadînê dest danîne ser 2.5 milyar dînaran. Her wiha hat aşkerekirin ku wî berpirsî gelek milkên veberhênanê li ser navê hevjîna xwe tomarkirine.
Desteya Destpakiyê îro 28ê Tîrmeha 2026an di daxuyaniyekê de diyar kir, tîmên wan ên li Selahadînê, bi fermana dadwer lêgerîn di mala rêveberê berê yê beşa jimêryariyê ya parêzgeha Selahadînê de kirine. Di encamê de 2 milyar û 500 milyon dînarên veşartî hatin dîtin.
Li gorî zanyariyên Desteyê, di encama şopandinê de derketiye ku 6 xaniyên vî berpirsî yên di nava projeyên veberhênanê (komelgehên nîştejîbûnê) de hene û wî hemû milk li ser navê hevjîna xwe tomar kirine, da ku tawanên xwe veşêre.
Ev pêngava Desteya Destpakiyê beşek e ji operasyona berfireh a li dijî gendeliyê ku di 28ê Hezîrana 2026an de dest pê kiribû. Di vê operasyonê de ku bi hevahengiya hêzên ewlehiyê, dijeteror û Meclîsa Bilind a Dadwerî tê meşandin, heta niha gelek berpirsên bilind û siyasetmedarên ku peywendiya wan bi dosyeya Ednan Cumeylî (birîkarê berê yê Wezareta Petrolê) re hebû, hatine girtin.
Desteya Destpakiyê aşkere kir ku raporên yasayî yên derbarê pere û milkên desteserkirî de ji dadwerê lêkolînê re hatine şandin, da ku rêkarên pêwîst werin girtin.