Li Qamişloyê " Kongreya Sînemaya Rojava" hat lidarxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi beşdariya hejmareke mezin a sînemager û hunermendan, li bajarê Qamişloyê yekemîn Kongreya Sînemaya Rojava hat lidarxistin. Sînemagerên Kurd hewl didin ku sîwaneke hevbeş ava bikin, da ku karê sînemayê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê birêxistin bikin.
Di bin dirûşma "Ber bi sînemayeke nûjen ve", sînemagerên Rojavayê Kurdistanê li Qamişloyê kom bûn, da ku rewşa sînemayê û zehmetiyên li pêşiya karê hunerî nîqaş bikin. Di kongreyê de giranî hate dayîn ser avakirina saziyeke fermî ku sînemageran di bin banekî de kom bike û têkiliyên wan bi aliyên din ên Kurdistanî û navdewletî re xurt bike.
Nivîskar û sînemager Xoşman Qado derbarê giringiya vê kongreyê de ji Kurdistan24ê re diyar kir ku ew dixwazin komîteyeke hevbeş ava bikin û got: "Hewldana me ew e ku komîteyeke me ya têkiliyan hebe, da ku bi Bakur, Başûr, Rojhilat û bi giştî her çar parçeyên Kurdistanê re têkiliyên sînemayî ava bikin. Em dixwazin sîwaneke giştî ji bo sînemagerên Kurdistanî çêbibe."
Derhêner Sêvînaz Evdikê jî bal kişand ser qonaxa nû ya sînemaya Rojava û destnîşan kir, divê xebatên wan ji asteke sînorkirî derbasî asteke berfirehtir û dezgehî bibin. Evdikê got: "Hêviya me û plana me ya van du rojan ew e ku xebatên me yên biçûk ên di nav saziyan de, berfirehtir bibin. Em dixwazin nasnameyeke sînemayî ya Rojavayê Kurdistanê di qada navdewletî de ava bikin ku nasnameya civak, şoreş û gelê me nîşan bide."
Sînemagerên Rojavayê Kurdistanê tevî ku di rewşeke awarte û şer de kar dikin, heta niha bi fîlmên xwe beşdarî gelek festîvalên cîhanî bûne û xelatên giring wergirtine. Lê belê, di kongreyê de hate tekez kirin ku hîna pêdiviya herêmê bi saziyên fermî û akademîk heye, da ku mafên sînemageran biparêzin û rûyê hunerî yê Rojava baştir bidin naskirin.
Kongre bi nîqaşên li ser çawaniya rêxistinkirina karê sînemayê li seranserî Sûriyeyê û amadekirina projeyên nû yên hevbeş bidawî bû.