Rêber Ehmed: Peywendiyên Hewlêr û Parîsê di birêvebirina qeyranan de serkeftî bûne
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê di gotarekê de pêşveçûna berçav a peywendiyên navbera Hewlêr û Parîsê di dema qeyranan û birêvebirina karesatên mirovî de bilind nirxand û aşkere kir ku, projeyeka giring bi hevkariya dewleta Fransayê bo bihêzkirina kerta berevaniya şaristanî bi rengekê serkeftî hatiye bicihanîn.
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro (Sêşem, 28ê Tîrmeha 2026ê) di merasîma bidawîanîna qonaxa yekê ya projeya "Kêmkirina Metirsiyên Qeyran û Karesatan li Herêma Kurdistanê" de gotarek pêşkêş kir û pêşwazî li pêşveçûnên giring ên hevpeymaniya navneteweyî ya Kurdistanê ya di warê parastina şaristanî û parastina welatiyan de kir.
Wezîrê Navxwe ragehand ku peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê tenê di warên siyasî, serbazî û mirovî yên borî de kurt nînin, belkî îro di warê parastina şaristanî û birêvebirina qeyran û karesatên mirovî de pêşveçûneka berçav tomar kiriye û bûye mînakeka ciwan a hevkariya stratejîk li ser asta navneteweyî.
Rêber Ehmed amaje bi projeya hevpar a navbera wan kir, ku di Berçileya sala 2024ê de bi hevkariya ajansa "France Experte"ê, Wezareta Navxwe, Navenda Hevpar a Hevahengiya Qeyranan (JCC) û bi piştgiriya darayî ya Yekitiya Ewropayê dest pê kiribû.
Navborî amaje jî kir ku armanca vê projeyê wergirtina feydeyî ji ezmûna dewlemend a Fransayê di rûbirûbûna qeyranan de û bihêzkirina şiyanên Herêma Kurdistanê di kêmkirina metirsiyên xwezayî û bersivdana bilez de bû, ku îro wê projeyê encamên pir baş û bibandor bi dest xistine.
Wezîrê Navxwe behsa dîtina Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hawirdekirina ezmûnên pêşkeftî yên cîhanî û berfirehkirina berdewam a peywendiyên navneteweyî de kir, ku bandorên wê bi zelalî diyar in, lewma dosyaya hevahengiya navneteweyî bi giringî ve bilind dinirxînin.
Rêber Ehmed herwiha got: "Wezareta Navxwe herdem bi giringî ve li pêşxistina sîstema birêvebirina qeyranan nêriye. Di vê çarçoveyê de û li beranberî guherîna keşûhewayî û karesatên xwezayî, Wezareta Navxwe bi hevkariya saziyên din pêngavên giring û pêdivî avêtine.”
Navborî eşkere jî kir: “Odeya Operasyonên Birêvebirina Qeyranan û Encûmena Navendî (JCC), ku nûnerên 17 wezaretan û tevahiya parêzgeh û îdareyên serbixwe tê de pişkdar in, bi rengekê hevpar û yekgirtî kar dikin."
Wezareta Navxwe bi wergirtina feydeyî ji ezmûna pêşkeftî ya welatan kar dike, ji bo girêdana hemî aliyên civakê wekî welatî, kerta taybet, medya, rêxistinên mirovî û sîstema perwerdeyê, daku civakeka hişyar û bihêz bo derbazkirina rewşên ji nişkê ve amade bike. Bo vê mebestê jî, rêkar û sîstemeka pir pêşkeftî ji bo birêvebirina xwebexşan hatiye avakirin.
Xuya jî kir ku ev amadekarî û sîstemên pêşkeftî bûn sedem ku Herêma Kurdistanê di dema borî de bikare bi rengekê fermî pişkdariyê di pêvajoya alîkariyên mirovî yên navneteweyî de bike û hewarçûnê bigihîne lêqewimiyên welatên Tirkiye, Sûriye û Libnanê.
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê di dawiya gotara xwe de tekez li ser berdewamiya projeyê û bicihanîna qonaxa wê ya duyê kir.