Konsulê Almanyayê û Parêzgarê Dihokê tekez li ser pêşxistina peywendiyan kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Dihokê xelatekî rêzlêgirtinê pêşkêşî Konsulê Giştî yê Almanyayê Albrecht von Wittke kir, bi helkefta bidawîhatina erkê wî li Herêma Kurdistanê.

Parêzgarê Dihokê Elî Teter îro (Sêşem, 28ê Tîrmeha 2026ê) pêşwazî li Konsulê Giştî yê Almanyayê li Herêma Kurdistanê Albrecht von Wittke kir, ku bi merema xatirxwestinê serdana parêzgehê kiribû.

Di rûniştinekê de, parêzgarê Dihokê bi navê xelkê parêzgeha Dihokê xelatê rêzlêgirtinê pêşkêşî Konsulê Almanyayê kir. Elî Teter rola konsulxaneyê di çend warên cuda cuda de bilind nirxand û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de li welatê Swîsreyê jê re xwest.

Ji aliyê xwe ve, Konsulê Giştî yê Almanyayê pesna mêvandostî, pêşkeftin û rûyê ciwan ê pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê kir.

Di berdewamiya wê hevdîtinê de, her du aliyan tekez li ser berdewamiya peywendiyên dêrîn û dualî yên navbera Herêma Kurdistanê û welatê Almanyayê kir, bi taybetî peywendiyên parêzgeha Dihokê ligel wîlayeta "Baden-Württemberg"ê di warên aborî, bazirganî, çandî, çandin û pêşxistina peywendiyan di hemî waran de bi giştî.