CENTCOM û Îmaratê lihevkirineka leşkerî ya girêdayî AI îmze kir
Navenda Nûçeyan (K24) – CENTCOMê lihevkirinek ligel Îmaratê îmze kir, bo pêkanîna yekemîn yekeya hevpar a leşkerî ya girêdayî pêşxistina jîriya destçêkirî (AI) li deverê, bi merema parastina jêrxaneya hestiyar û çavdêrikirina ewlehiya Rojhilata Navîn.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) îro (Sêşem, 28ê Tîrmeha 2026ê) bi rengekê fermî lihevkirineka nû ligel Dewleta Îmaratê ragihand, bi merema avakirina yekemîn yekeya leşkerî ya dualî ya girêdayî lezandina pêşxistina sîstem û kelûpelên jîriya destçêkirî (AI) bo meremên leşkerî û ewlehiyê.
Ev hêza hevpar, ku navê "Talon Synapse" (Sekoya Talonê) lê hatiye kirin, biryar e di çend hefteyên bê de bi rengekê fermî li bajarê Ebû Zebî dest bi kar bibe. Ev tîm ji nêzîkî 20 pispor û karmendên Amerîkayî û Îmaratî pêk tê, ku xwedan ezmûneka pêşkeftî ne di warên jîriya destçêkirî, data û ewlehiya sîberî de.
Fermandarê Giştî yê CENTCOMê Brad Cooper di vî warî de ragihand: "Ev dê bibe werçerxaneka girîng di karkirina me de ligel yek ji bihêztirîn hevparên me yên lokalî bo gihandina bilez a teknolojiya jîriya destçêkirî bo serbazên me. Em û hevparên xwe yên Îmaratî pabendbûna xwe bo bikaranîna jîriya destçêkirî bi arasteyê dahênana bilez û mezin berfireh dikin."
Fikra pêkanîna vê yekeya leşkerî ji sala borî ve di navbera Cooper û Şêx Tehnûn bin Zayid Al Nehyan ê Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îmaratê de hatiye nîqaşkirin, û tîma CENTCOMê di meha borî de di dema geştekê de bo deverê ligel serkirdeyên pîşesaziya jîriya destçêkirî û berpirsên berevaniya Îmaratê civiyabûn.
Bala serekî ya vê yekeya nû li ser binecihkirina sîstemên jîriya destçêkirî dibe, bo piştgiriya hewalgîriyê, parastina jêrxaneya hestiyar wekî datasenteran û çavdêrikirina hûr a rewşa ewlehiya deverê.