Rêber Ehmed: Ji hemî aliyan ve êrîşî Herêma Kurdistanê tê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand ku Herêma Kurdistanê di aloziyên deverê de bêalî ye û ti caran rê nedaye axa wê bo êrîşkirina ser welatên cîran bê bikaranîn. Diyar jî kir ku Fransa hevkareka giring a Herêma Kurdistanê ye û helwestên wê nayên jibîrkirin.

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro (Sêşem, 28ê Tîrmeha 2026ê) di konferanseka rojnamevanî de ragehand ku Fransayê rolekê giring û bibandor heye, bi taybetî li Herêma Kurdistanê ku di gelek bûyeran de hevkar û piştgira wan bûye, xasma jî di şerê li dijî DAIŞê de û heta niha jî, ji ber vê yekê jî em spasiya helwestên wan dikin.

Di derheqa êrîşên dronî yên li ser Herêma Kurdistanê de jî, Wezîrê Navxwe got: "Ji destpêka van aloziyên ku li deverê qewimîne ve, me tekez kir ku Herêma Kurdistanê bêalî ye û me rê nedaye ku ji axa me arêşe bo ti welatekî cîran çê bibe, lê mixabin ji her aliyekî ve êrîş hatine ser Herêma Kurdistanê û hatiye armanckirin, ji ber wê jî hejmareka welatî, Pêşmerge û karmendên dezgehên ewlehiyê şehîd bûne û zirareka mezin a madî jî gihîştiye mal û milkên xelkî."

Rêber Ehmed amaje bi wê yekê jî kir ku helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê binecih e û nabe pişkek ji van aloziyan. Li ser hevahengiya ligel Bexdayê jî got: "Ligel destbikarkirina kabîneya nû, Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî ragehandiye ku her êrîşeka ji navxweya Iraqê bo ser Herêma Kurdistanê bê kirin, ew dê lêkolînê li ser bikin. Peywendiyên me ligel Serokwezîr û dezgehên ewlehiyê yên Iraqê gelek baş in, me daxwaza hevkariyê kiriye lê heta niha ti rêkareka kiryarkî nehatiye bicihanîn."

Wezîrê Navxwe herwesa hişyarî li ser kiryarên komên çekdar da û ragehand: "Ev kiryarên ku komên ji-qanûnê-derketî dikin, ji bo hemî Iraqê şermezarî ne, heta ji bo aborî û lihevkirinên siyasî yên wî welatî jî. Pêdivî ye çek tenê di destê hikûmetê de be û tevahiya hêzan çekên xwe bidin destê dewletê."

Di pareka din a axaftina xwe de, Rêber Ehmed got: "Bilindkirina pileyên karmendan nehatiye rawestandin û tenê ya efseran mabû, ew jî bi piştgiriya rasterast a Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî çûye di warê bicihanînê de."