DEM Partî: Em li ser Qanûna Çarçoveyê gihîştin qonaxa dawiyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyeyê û Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari tekezê li ser pêdiviya lezkirina pêngavên qanûnî yên girêdayî pêvajoya aştiyê dikin, Erdogan daxwaz dike ku berî bêhnvedana parlamenê qanûna girêdayî pêvajoyê bê temamkirin, DEM Partî jî daxwaza vekirina dergehê Îmraliyê li ber şandan dike.
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari îro (Sêşem, 28ê Tîrmeha 2026ê) di civîna fraksiyona partiya xwe de li Parlamena Tirkiyeyê ragehand ku pêdivî ye bêyî windakirina demê, ji vê heftiyê ve rojnamevan, siyasetmedar, parêzer û rêxistinên civaka sivîl bikarin serdana Îmraliyê bikin û ligel Abdullah Ocalan bicivin.
Hatîmogullari amaje bi wê yekê jî kir ku ew li bendê ne ku "qanûna çarçoveyê" bigihîje parlamenê û got: "Serokê Parlamenê Numan Kurtulmuş ji me re ragehandiye ku berî bêhnvedana havînê ya parlamenê, reşnivîsa qanûnê dê bikeve nav bernameya kar." Navborî tekez jî kir ku çareserkirina pirsa Kurdan li ser milê hemî aliyan berpirsiyariyeka dîrokî ye.
Hevseroka DEM Partiyê aşkere kir ku di hevdîtina dawiyê de, Ocalan tekez li ser pêdiviya derfeteke qanûnî bo pêvajoyê kiriye û ragehandiye: "Divê em ji bizavên demkî derkevin û qanûn bibe destpêka rûpeleka nû." Hatîmogullari terma "vegerê" jî ron kir û got: "Veger tenê hatina ji sînoran nîne, belkî vegera awareyan bo welat e, ya girtiyan bo nav malbatên wan e û vegera îradeya gel bo nav şaredariyan e."
Ji aliyekê din ve jî, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan ragehand: "Me ligel Hevpeymaniya Cumhûrê pêvajoyeka baş bi rê ve biriye û ti kesek nikare wekî me vê bike. Pêdivî ye berî daxistina parlamenê em vê pirsê temam bikin û mijareke giring a wekî terorê bi yekcarî bigirin."