Dihok: Dîwana helbestan "Goristana Xewnên Sotî" hat îmzekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Dihokê, di nav amadebûna hejmareka berçav ji nivîskar, helbestvan û hezkiriyên edebiyatê de, merasîmên îmzekirin û belavkirina dîwana nû ya helbestvan Dildar Mihemed hatin lidarxistin.
Merasîmên nasandin û îmzekirina dîwana helbestan a bi navê "Goristana Xewnên Sotî" (Postere Helbest) ya helbestvan Dildar Mihemed îro (Çarşem, 29ê Tîrmeha 2026ê) li hola Senterê Pêşmerge yê Rewşenbîrî li bajarê Dihokê bi rê ve çûn.
Hejmareka nivîskar û helbestvanên û kesatiyên Dihokê yên navdar û berçav di nav vê çalakiyên de amade bûbû, wekî Serokê Yekîtiya Nivîskaran / Tayê Dihokê Hesen Silêvaneyî, helbestvan Mueyed Teyîb, helbestvan Mihsin Qoçcan û Rêveberê Giştî Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Dihokê Emîr Elî.
Di destpêka çalakiyê de, helbestvan Dildar Mihemed peyvek pêşkêş kir û tê de ronahî berda ser ezmûna xwe ya nivîsînê û naveroka vê dîwanê û ragihand: "Ev dîwan di çend qonaxan re derbaz bûye heta gihîştiye ber destên we." Paşî wî spasiya wan hemî aliyên kir ên ku piştevanî û alîkariya wî kiriye û çend helbestên xwe ji wan re xwendin.
Herwiha di pişkeka din a çalakiyê de, helbestvan Şaban Silêman xwendineka rexneyî û nirxandinî bo dîwana "Goristana Xewnên Sotî" pêşkêş kir. Şaban Silêman bal kişand ser qelemê helbestvan û aliyên xweşik û kêmasiyên dîwana wî berçav kirin.
Li dawiyê jî dîwana "Goristana Xewnên Sotî" ji aliyê helbestvan ve hat îmzekirin û pêşkêşî amadebûyan hat kirin. Ev dîwan nûtirîn berhema helbestvan Dildar Mihemed e, ku desteya Kovara Roja Me (kovareka eliktronîkî ye) piştevaniya darayî ji bo çapkirina wê kiriye, herwesa pêşwaziyeka germ ji aliyê nivîskarên deverê ve lê hat kirin.