Mehmet Kamaç: Em bang li Yenî Partiyê dikin ku biryara xwe biguherîne

Diyarbekir (K24) – Piştî ku Yenî Partiyê da zanîn ewê endam nedin Komîsyona Çavdêriyê ya yasaya pêvajoyê ev yek nava siyasetmedarên DEM Partî û Ak Partiyê de rastî bertekan hat. Siyasetmedarên AkPartiyê dibêjin ji xwe kevneşopiya Yenî Partiyê de heye ku li pêşiya çareseriya pirsa kurd bibe asteng, siyasetmedarên DemPartiyê jî dibêjin divê Yenî Partî bo Tirkiyeke demokratîk gavên wêrek biavêje û rê li ber çareseriya pirsa kurd vebike.

Serokê Parlementoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş bo avakirina Komîsyona Çavdêriyê ya yasaya pêvajoyê serdana partiyan kir û daxwz kir ku partiyên siyasî bo komisyona çavdêriyê endamên xwe aşkere bikin lê Yenî Partiyê ragihand ku ewê bo Komîsyona Çavdêriyê endam nedin û bal hat kêşandin ku hîn maddeya 7ê ya raporta komisyona hevgirtina neteweyî biratî û demokrasiyê ya di derheqa demokratîkbûnê de nehatiye bicihanîn. DemPartiyê jî di derheqa vê biryara Yenî Partiyê de bertek nîşan da û bang kir ku bo Tirkiyeke demokratîk divê Yenî partî gavên wêrek biavêje.

Parlementerê DEM Partî yê Diyarbekirê Mehmet Kamaç di vî warî de ragihand: “Em dibêjin eger Yenî Partî dixawze ev welat bibe welatek demokratîk dibe gavên wêrek bavêje, em bang li Yenî partî dikin ku biryara xwe biguherîne ku ev pêvajo ser bikeve dê hemu alî ser bikevin.”

Kurdên nav Ak Partiyê jî di derheqa helwesta Yenî Partiyê ya bo Komîsyona Çavdêriyê de dibêjin ji xwe Yenî Partî ji kevneşopiya siyaseta bûyî sedema hebûna pirsa kurd tê ku Yenî Partiyê bi helwesta xwe ya dawî daye nîşan ku nekariye xwe biguherîne û di Tirkiyeya nu de cihê helwesta Yenî Partiyê nîne.

Rêveberê AK Partiyê yê Sûrê Eyubhan Kaya jî ragihand: “Ji xwe sedema hebûna vê pirsgirêkê Yenî Partî ye, Kemalîzm û Tirkçîtî ye, ew nêrîna wan jî miriye, divê bizanin ku ev helwesta wan wek rupelek reş di dîrokê de dimîne, 20 sal in Ak Partî û bi Serokomar dixwaze vê pirsgirêkê çareser bike.”

Siyasetmedarên Kurd balê dikêşin ku dema CHP bû 2 beş kesên piştgiriya çateseriya pirsa kurd dikirin CHPê de man, kesên dijberiya pêvajoya çareseriya pirsa kurd dikirin jî derbasî Yenî Partiyê bûn ku helwesta Yenî partî jî nîşaneya vê yekê ye.