Muqteda Sedir: Milîsên bêşerm berpirsên kuştina endamên hêzên ewlehiyê ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêberê Tevgera Niştimanî ya Şîe Muqteda Sedir, bi peyameke tund êrişî komên çekdar kir û ew wek "milîsên bêşerm" pênase kirin.
Muqteda Sedr, îro 30ê Tîrmeha 2026an peyamek li ser hesabê xwe yê fermî belav kir û tê de ragihand, reftarên milîsan û radestnekirina çekan bo dewletê, bûn sedem ku endamên hêzên ewlehiyê jiyana xwe ji dest bidin.
Sedir destnîşan kir, milîsên "bêşerm" çekan nadin dewletê û ev dibe sedema kuştina neheq a endamên hêzên ewlehiyê. Herwiha wî bi tundî rexne li serkirdeyên van komên çekdar girt û got: "Dema ku endamên hêzên ewlehiyê tên kuştin, mezinên wan milîsan di nava xweşî û luksê de dijîn û bi bazirganiyê ve mijûl in."
Muqteda Sedir daxwaz kir, dawî li van reftarên ku wî wek "takekesî û neaqilane" pênase kirin, were anîn. Herwiha sersaxî ji malbatên kuştiyan re xwast, lê tekez kir ku ew sersaxiyê ji bo wan kesên ku bi reftarên xwe bûn sedema van mirinan, naxwaze.
Ev daxuyaniya tund a Muqteda Sedir piştî êrişên asmanî yên hevbeş ên Amerîka û Siûdiyeyê ya şeva 29ê Tîrmehê hat, ku hêzên her du welatan li Iraqê li çend baregehên Heşda Şeibî xistibûn. Di encama wan êrişan de 20 çekdar hatibûn kuştin û 32 çekdarên din jî birîndar bûbûn.