Şaxewan Seîd: 12 şewat li Hewlêrê hatin kontrolkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê ragehand ku wan rojeka pir dijwar derbaz kiriye û tîmên wan kariye 12 bûyerên şewatan li deverên cuda cuda yên Hewlêrê û derdora wê kontrol bikin. Herwiha hat eşkerekirin ku şewateka mezin li ser rêya Kerkûkê gelek zirarên madî li pey xwe hiştine.
Berdevkê Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê Şaxewan Seîd îro (Pêncşem, 30ê Tîrmeha 2026ê) di daxuyaniyekê de ragehand: "Îro bo tîmên me rojeka gelek bizehmet bû. Li sînorê Hewlêrê û derdorên wê nêzîkî 12 bûyerên şewatan çê bûn, lê tu zirarên canî jê çê nebûn û hemî karmendên me û welatî jî bisilamet in."
Berdevkê Berevaniya Şaristanî da zanîn jî ku ew cihên agir berbûyê; xanî, cihên giştî, kemp û embar bûn, herwesa tekez jî kir ku hemî agir hatine kontrolkirin.
Karesata li ser rêya Hewlêr - Kerkûkê
Li ser wê şewata mezin a ku li ser rêya Hewlêr - Kerkûkê çê bûbû, Şaxewan Seîd ronahî berda ser hûrgiliyên wê bûyerê û got: "Saet 08:34 ê sibehê em li ser hebûna şewatekê li kargeheka rûnê timbêlan hatin haydarkirin. Tîmên me bi hemî amûr û wesayîtên agirvemirandinê ve gihîştin cihê wê bûyerê, lê ji ber bayekî pir xurt, agir bi lez belav bû û bû asteng ku zû bê kontrolkirin."
Wî berpirsê Berevaniya Şaristanî tekez jî kir ku ew cihên şertên silametiyê tê de nînin, pêvajoya kontrolkirina agir li wan deran pir bizehmet dibe û got: "Ew embara ku îro şewitî, şertê serekî yê silametiyê ku sîstema avreşandinê ye tê de nebû. Ev yek jî bû sedem ku sê embar bi tevahî bişewitin û hilweşin û zirareka zêde ya madî bigihîje wan û derdorên wan."
Di derheqa pêngavên piştî bûyerê de jî, Şaxewan Seîd eşkere kir: "Lijneyên me bi rêya kamerayên çavdêriyê dest bi vekolanê kiriye û bi hevahengî ligel Polîsan û Asayîşê em dê hûrgiliyên zêdetir pêşkêş bikin."
Hevdem ji ber dûmana tarî ya agirî û metirsiya li ser jiyana şofêran, rêya serekî ya Hewlêr - Kerkûkê bo demekê ji aliyê Polîsên Trafîkê ve bi tevahî hatibû girtin, heta ku agir bi tevahî hat kontrolkirin.