Çavkaniyek bo K24ê: Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Çavkaniyekê ji Çarçoveya Hevahengiyê ji Kurdistan24ê re ragihand ku piştî civîna Encûmena Ewlekariya Nîştimanî ya Iraqê, Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî ligel Çarçoveya Hevahengiyê civiya û di civînê de gefên destberdana ji kar kirine.
Wê çavkaniyê ji K24ê re got: “Di wê civînê de 6 aliyên Çarçoveya Hevahengiyê daxwaz ji Elî Zeydî kiriye ku serdana xwe ya bo Erebistana Siûdî û civîna ligel Şehzadeyê Cînişîn ê Siûdiyê Mihemed bin Selman betal bike; 6 aliyên din jî wiha dîtiye ku ev qonax daxwaz dike serdan bo demekî din bê paşxistin, lê giring e serdana Siûdiyê bike.
Li gorî zanyarên Kurdistan24ê, Elî Zeydî li hember vê daxwazê hêrs bûye û gotiye: "Heke rêz li biryarên Encûmena Wezîran a Iraqê û Encûmena Ewlekariya Nîştimanî neyê girtin, ez dê destan ji karê xwe berdim."
Serokwezîrê Iraqê bi zelalî ji Çarçoveya Hevahengiyê re gotiye ku divê wisa xuya neke ku ev serdan di bin zexta Çarçoveya Hevahengiyê de hatiye paşxistin.
Wê çavkaniya Çarçoveya Hevahengiyê eşkere jî kir ku Elî Zeydî ji aliyan xwestiye ku ji bo bicihanîna hinek daxwazan, di nav wan de lezkirina di danîna çekan de, bên bin bar û alîkar bin; ji ber ku li gorî lihevkirinê divê heta dawiya 30ê Îlonê hemî komên çekdar çekên xwe radest bikin.