Di salvegera Enfala Barzaniyan de; Serokwezîrê Iraqê peyamek belav kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî di salvegera 43ê ya Enfala Barzaniyan de ragihand ku ew tawan parek bû ji bizavên şikestî yên rejîma berê bo nehêlana nasnameya Kurdan, û tekez li ser parastina sîstema demokratîk û federal a Iraqê kir.
Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî di salvegera jenosîda Barzaniyan peyamek belav kir û tê de diyar kir ku ev tawan di çarçoveya zincîreka serkutkariyan û avakirina gorên bikom de bû, lê di encamê de dîktatoriyê nekarî îradeya gelê Iraqê li dijî zordariyê bişikîne.
Serokwezîrê Iraqê di peyama xwe de sersaxî ji gelê Kurd, serokatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û bi taybetî Serok Barzanî re xwest û hevxemiya xwe ya zêde ji wan re diyar kir.
Elî Zeydî herwesa ragihand: "Em şanaziyê bi wan qurbaniyên mezin dikin, ku mil bi milê pêkhateyên din ên Iraqê hatin dan û bûn sedema hilatina roja azadiyê û avakirina sîstema me ya demokratîk û federal, ku tê de her kes di bin siya mafên destûrî û rûmetê de dijî."
Serokwezîrê Iraqê di dawiya peyama xwe de tekez kir ku hikûmeta wî dê li ser karê nîştimanî yê dilsozane ji bo rûbirûbûna pirsgirêk û astengiyan berdewam be, da ku Iraqeke bihêz, azad û xwedî serweriyeke temam ava bikin.