Filmê ‘Cîran’ li bajarên Rojavayê Kurdistanê tê nîşandan
Navenda Nûçeyan (K24) – Filmê sînemayî yê bi navê "Cîran" ku derhênerê wê Mano Xelîl e, piştî serkeftinên mezin li festîvalên navdewletî, niha berê xwe dide bînerên li Rojavayê Kurdistanê.
Filmê "Cîran" îro 1ê Tebaxa 2026an, li gelek bajar û navçeyên Rojavayê Kurdistanê tê nîşandan. Derhêner Mano Xelîl ji Kurdistan24ê re ragihand, fîlm dê li bajarên Qamişlo, Amûdê, Dêrik, Rimêlan, Tirbespiyê, Dirbêsiyê û çendîn navendên din were nîşandan. Ev xulaka nîşandanê derfetê dide cemawerê Rojava ku ji nêz ve yek ji berhemên herî serkeftî yên sînemaya kurdî bibînin.
Film behsa çîroka zarokekî Kurd ê 6 salî dike ku li gundekî ser sînorê Qamişlo di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de dijî. Malbata vî zarokî di navbera sînorên Tirkiye û Sûriyeyê de hatiye dabeşkirin. "Cîran" balê dikişîne ser dîroka 50 salî ya zilm û zora rejîma Beisê; bi taybetî nakokiya navbera zimanê kurdî ku li malê tê axaftin û zimanê erebî ku li dibistanê bi darê zorê tê hînkirin. Ev fîlm ji bo her kurdekî tije bîranînên bi êş û rastiyên dîrokî ye ku tê de sînor ne tenê erd, lê hest û mirovahiyê jî dabeş dikin.
Derhêner Mano Xelîl spasiya hemû tîm, saziyên çandî û kesên ku di organîzekirina van nîşandanan de ked dane, kir û got: "Ev serkeftin bêyî hevkariya tîma xebatê û dilsoziya bînerên me nedihat bidestxistin. Spasî ji bo bînerên ku bi hatina xwe piştgiriya sînemaya kurdî dikin û dibin perçeyek ji gihandina vê peyama mirovî û dîrokî ji bo nifşên paşerojê."
Filmê "Cîran" heta niha li gelek festîvalên cîhanî yên girîng hatiye nîşandan û xelatên giranbuha bidest xistine.