Tanrikulu: Ji bo çareseriyê yasayeke berfireh û şeffaf pêwîst e

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlementerê Diyarbekirê yê Partiya Nû (YENİ Parti) Sezgin Tanrikulu, rexne li amadekarî û naveroka "yasaya çarçoveyê" girt ku ji bo pêvajoya nû tê amadekirin. Tanrikulu diyar kir, yasa ji aliyê kesên bêezmûn ve hatiye nivîsandin û ev yek pêvajoyê dixe metirsiyê.

Tanrikulu îro 1ê Tîrmehê di civîneke çapemeniyê de destnîşan kir, yasaya ji bo "Tirkiyeya bê teror" tê amadekirin, bi awayekî veşartî û di çarçoveyeke teng de birêve diçe. Tanrikulu got: "Li gorî zanyariyên ku gihîştine destê me, ev yasa tenê ji aliyê çend berpirsên AK Partiyê ve hatiye amadekirin. Hinek agahî dane DEM Partiyê, lê haya partiyên din, bi taybetî haya Partiya Nû jê nîne. Ev awayê xebatê ne şeffaf e."

Tanrikulu bal kişand ser metirsiya li ser pêvajoyê û diyar kir, amadekarên vê yasayê ne xwedî ezmûn in: "Mixabin kesên ku ji ezmûnên berê dûr in ev metin amade kirine. Ev yek metirsiyê li ser çarenûsa pêvajoyê çêdike. Heke hûn dixwazin pirsgirêkê çareser bikin, divê hûn yasayeke berfireh û bi tevlêbûna hemû aliyan amade bikin."

Sezgin Tanrikulu daxwazên xwe yên ji bo yasayeke dadwerane rêz kirin û diyar kir, divê ev yasa ji kesên çek danîne heta yên ku ji ber dozên piçûk hatine girtin hemûyan li xwe bigire; her wiha wî tekez kir ku pêwîst e girtiyên siyasî werin azadkirin û ji bo vegera welatiyên li diyasporayê jî şert û mercên guncav werin amadekirin.

Tanrikulu bang kir jî, divê li şûna çarçoveyeke teng, yasayeke ku lihevkirina civakî û aştiya mayînde garantî dike, were pêşkêşkirin.