Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê agir bi zêdetir 200 deveran ket

Navenda Nûçeyan (K24) – Di sê rojên dawî de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 218 şewatên daristan û zeviyan derketin. Hevdem li girava Girîtê ya Yunanistanê jî agirekî mezin bi navendên geştiyariyê ket û ziyaneke mezin li pey xwe hişt.

Wezîrê Çandinî û Daristanan ê Tirkiyeyê Îbrahîm Yumakli derbarê şewatan de ragihand, tîmên vemirandina agir karîne 213 şewatan kontrol bikin, lê li 5 deveran xebat hîn berdewam dikin. 

Hat ragihandin ku ji ber bayê tund û germê, tîm di kontrolkirina agir de zehmetiyeke mezin dikişînin. Bi taybetî li navçeyên Aydin, Susurluk, Antalya û Gulnar metirsî her ku diçe zêde dibe.

Ji aliyê din ve, li girava Girîtê ya Yunanistanê ku di nava Deryaya Spî de ye, agirekî pir mezin derketiye. Agirê ku ji daristanan dest pê kir, di demeke kurt de gihîşt herêmên geştiyariyê.

Ji ber metirsiya agir, rayedaran bi sedan welatî û geştiyar ji herêmê veguhastin cihên ewle. Li gorî zanyariyên ewil, hoteleke mezin a geştiyariyê û gelek xanî di nav agir de man û bi temamî şewitîn.