Li Silêmaniyê dengê teqînekê hat bihîstin

Navenda Nûçeyan (K24) - Li gorî zanyarên peyamnêrê Kurdistan24ê li Silêmaniyê, dengê teqînekê li bajarê Silêmaniyê hat bihîstin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Silêmaniyê îro (Yekşem, 2ê Tebaxa 2026ê) got ku dengê teqînekê li bajarê Silêmaniyê hat bihîstin, û amaje bi wê yekê kir ku ew teqîn ji ber êrîşeke dronî rû daye.

Li gorî zanyaran, di wê êrîşê de bingeheke Hêzên 70 hatibû armanckirin, lê di derheqa zirarên wê êrîşê de heta niha ti zanyar nehatine eşkerekirin.